Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hindî ku tê, hejarî hejînertir dibe

21:16 - 28 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Serbarê qewlên berdewam ên gire berpirsên rejîmê derhe binbirkirina hejariyê, ew diyardeya civakî-aborî hindî ku tê, hejînertir dibe, û zêdetir geşe dike.

Di çend rojên borî de, girteyeke vîdyoyî di nava torên civakî de, belav bûye, ku ew qasê bêçaretiya xelkê Îranê di warê aborî de nîşan dide.

Li gora vê vîdyoyê malbateke hejar ya paytexta Îranê, bi sedema destkurtiya xwe neçar dibin, zarokê xwe ê çar salî bi nirxeke kêm bifiroşin.

Li gora lêdwanên Fatime Danişwer çalaka civakî ku bixwe bidûreçûn kiriye bo vê pirsa dilêş, ew malbata hejar amade bûn ku di hemberî wergirtina 500 hezar Tûmenî de, keça xwe ya çar salî bifiroşne kesekî ku tûşî madeyên sirker bûye.

Heya ew kesê ku di gel Fatimê qise dike, bi heyrîmanê ve jê dipirse: Em di çi welatekî de dijîn, dema ku nirxa “kutkê se” 2 milyûn Tûmen e, lê nirxa “zarokekî 4 salî” tenê 500 hezar Tûmen e.

Pêştir jî terajidiyayên bi vî awayaî di Îranê de hatine dîtin, heyamkê berî niha jî rojnameya Arman Êmroz di raporekê de belav kiribû, ku jinek di nexweşxaneya bajarê Erakê de, bi zigekê sê zarok bûne, ku bavê van zarokan bi sedema destkurtî û nebûna pereyê nexweşxanê, biryara firotina zarokên xwe daye.

Amarên fermî serbarê hemû sansor û deskariyan bas ji vê dikin ku hejarî di Îranê, gihîştiye ew qasê xwe, û berpirsên rejîmê jî, vê rastiyê venaşêrin.

Her di vê derheqê de, heyamekê berî niha jî malpera ISNA a Komara Îslamî hejmarek wêneyên hejîner li ser rewşa nebaş a jiyanê, di navçeyên Erebnişîn ên Ehwazê, ku nîşanderê bêçaretiya xelkê ye belav kirin.