Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Reporterê NY: Di Yemenê de jî Behayî wekî Îranê têne azardan

15:48 - 30 Gulan 2017

Kurdistanmedia: Ehmed Şehîd reporterê NY di biyavê azadiya ol û baweriyan, tevî rexnekirina hikûmeta Yemenê derheq azardana Behayiyan, ew kiryara wan şibihande kiryara deshilatdaên rejîma Îranê.

Li gora malpera NY, Ehmed Şehîd piştrast kiriye ku tundkirina kiryara berdewam ya zexta li ser civaka Behayî di “Sen`a”yê de, wekî rewşa nebaş ya Behayiyan di Îranê de ye.

Ehmed Şehîd di dirêjiyê de bas ji vexwandina aliyê kêm30 Behayiyan di Yemenê de bo dadgehê ji aliyê serdozgeriya Yemenê kiriye, û ragehandiye ku aliyê kêm 25 Behyaî hatine girtin, û ew bona înkarkirina olê xwe xistine bin zextê de.

Di vê derheqê de, Civaka Navneteweyî a Behayiyetê dibêje, Behayiyên ku di van dawiyane de, di Yemenê de hatine girtin, piraniya wan, ji kesên lêhatî ên civaka Behayî bûne, û bo îdareya karûbarê civaka Behayî alîkarî dikirin.

Li gora vê raporê hêzên kincşexsî di van dawiyane de, çar Behayiyên din, wekî Welîd Eyaş rêberê naskirî ê yek ji qebîleyên Yemenê destbiser kirin. Tê gotin ku berpirsyar amade nebûne rê bidin ku xizmetên tendurustiyê bigihîje heft Behyayiyên di girtîgehê de.

Ehmed Şehîd di vê derheqê de dibêje: Wisa xûya dike ku armanc ji vê pêla nû ya girtinan, tirsandin û zexta li ser Behayiyên Yemenê be, bo înkarkirina olê xwe, lê nabe tu kesek bi taybetî kesên ser bi kêmaniyên mesebî, bi sedema hebûna oleke cuda bikeve ber êrîşê.

Ehmed Şehîd di sala 2016`an de, wekî rêporterê taybet ê azadiya ol û baweriyan a NY hate danîn. Ew berî vê, reporterê taybet ê karûbarê mafê mirovan a Îranê bû.