Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêngav ber bi lûtkeya mafê diyarîkirina çarenûsê

01:19 - 6 Hezîran 2017

Elî Munezemî

Bi salan e ku gelê Kurd di tekoşîneke bê rawestiyan de ye, bona bidestxistina mafê xwe, ê serweriya jiyanê, di bin sîbera xwestek û îradeya xwe de, li ser vê erdê ku ê dê û bav û bapîrên wî ye.

Dijminên gelê Kurd nîşan dane ku xwe ji çi kiryareke qirêj û dijî mirovî naparêzin û di doma dîrokê de, eva ku ji destê wna hatiye bo jinavbirina vî mafê zewtkirî encam dane,û gelê Kurd ji bo man û hebûna xwe û ji bo parastina xwe ji destê komkujî û kîmyabaran û girtin û îşkence û hemû wan kiryarên ku li dijî mirovahiyê têne encamdan, pêwîste ku serbixweyî hebe da ku sînorek ji bo gefxwarinên dijminan derheq xelkê Kurd û Kurdistanê bihê danîn.

Gelê Kurd di Başûra Kurdistanê de biryar daye ku îsal di referandomekê de boçûna xelkê di vê para Kurdistanê de, bixe ber çavê xelkê cîhanê, û hêvîxwaz e ku ew îradeya ji aliyê civaka navneteweyî ve rêz jê bê girtin.

Xelkê me di Başûra Kurdistanê de ku zêdetir ji du dehikan e ku xwediyê mafê biryardana navxweyî ne, dixwaze ku ji riya referandomê ve, mafê biryardana derekî ku mafê rewa û dadperwerane ê vî xelkî ye, cîbicî bike, li ber vê ku mafê biryardana navxweyî hemû demekê ji aliyê dijminên gelê Kurd ve gef li ser e.

Ew maf herçend ku di peymannameya NY de bi awayekî eşkere îşare pê nehatiye kirin, da ku nebe sedema anarşîzmê di cîhanê de, (bo welatên kolonî ew maf bi fermî hatiye nasîn), lê mafek e ku gelên bindest û belengaz dikarin bi kar bînin, û bi avakirina welatên serbixwe ji xwe re, bi şadî û serbilindî bijîn. Gef û gefxwarinên

Rêber û çekdarên Îraqê, - bo mînak gefên spaha Dîcleyê, û gefên Malikî di çend rojên borî de, - li xelk û hikûmeta Başûr ya welatê me, belgeya herî baş e, bo vê ku Kurd dibe serbixwe be, û tenê serbixweyî dikare Kurd biparêze. Em dibe ku dersê wergirin ji mêjûya serxwebûna Bengiladişê û Kosovoyê û gellek welatên din di vî warî de.

Dema ku hikûmetên navendî ne tenê mafê Kurd naparêzin, belkû gef in li ser hebûn û jiyan û mafê Kurd, dibe ku Kurd bibe xwediyê serweriya xwe ku ew serwerî hem di aliyê yasyaên navdewletî de parastî be, û hem Kurd bo xwe derfeta parastina wê hebe.

“Ji vî chî ve ku serweriya Kurdisatanê dest pê bike, dibe sereweriay Îraqê û Malikiyan û hemû dagîrkerên Kurdistanê dawî pê bihê”. Di vê gotarê de hewl tê dayîn ku bi kurtî pirsa serbixweyiya Başûr bihê lêkdan, û bandora vê li ser beşên din ên Kurdistanê, bi taybetî derfetên li ber dest Rojavaya welat bixin ber çavê xwîneran.

Zana û teorîsyen bas ji du sedemên sereke dikin ku mafê cudabûnê dide girûpekê ku ji welatê sereke ê xwe cuda bin, û welatekî din a serbixwe ava bikin. Ew du sedem ew qas bihêz in ku xwesta “parastina yekîtiya xak” ya welatan, tê kirin ku li ber wan danên aliyekî.

Sedema yekem ew e ku hekî welatek rêgiriyê bike, ji girûpeke diyarîkirî, ku di biyavê navxweyî de, mafê çarenûsê hebe, û xwe bi rê ve bibe. Duyem ew e ku hekî welatek mafên mirovî ê girûpekê bi awayekî bihêz binpê bike. Di van du forman de, mafê cudabûnê bo cezakirina van welatan ku mafê xelkê binpê dikin, bi girûpên çewsayî û zulmdîtî tê dan. Ew maf ji felsefeya exlaqî û hizrî ve çavkanî digre ku dibêje: “Dibe nedadperwerî bêne rastkirin”. Ew maf bo cezakirinê di çi konvansiyon û peymannameyekê de îşare pê nehatiye kirin, lê belê di nava wan mafan de, ku wekî urf û deb û resm heye, bi tecrube hatiye selimandin, û bi kar hatiye. Pirensîpa pêncem, beşa heftem ya Konseya Ewlekariyê li ser pêwendiyên dostane pêdagirî dike,ku bas ji serweriya xak û yekparçeyiya welatan dike, lê di heman demê de, bas ji vê dike ku hikûmet dibe bi bê cudahiya nejad, bîrûbawerî, û reng, dibe nûnertiya xelkê xwe bikin.

Yanî hekî hikûmet ferq û cudahiyê danê di navbera xelkê xwe de, û nûnertiya hemû xelkê neke, û wan biçewsîne, tê vê wateyê ku êdî yekparçeyiya xaka welat girîng nine û dikare dabeş bibe. Ji vî mafî mifah hatiye standin bo serxwebûna Bengiladişê û cudakirina girava Oland ji Fenlandê, û zeliqandina wê bi Swîdê ve, û di biyavê çarenûsa gellek cihên din (Kosovo, û Koêbêk û hwd...).

Şert û mercê vê ku mafê cudabûnê wekî cezakirinekê bi kar bînin, dibe ji berahiyê, bi başî û zelalî bête rohnkirin. Ji berahiyê dibe ku bê zanîn ka gelo ew mafxwazane dikarin wekî girûp bêne hesabkirin yan na. Li ser vê bingehê gelo ew girûpane di navxwe de pêşiya wan hatiye girtin ku nekarin di navxwe de mafê xwebirêvebirinê hebin, yan ku berbirûyê binpêkirina maf bi awayekî cidî hatine, û di dawiyê de, gelo ew mafê cudabûnê tenê riya mumkin e, yan na, (yanî dawî riya çareseriyê). Heya radeyeke zaf, dibe ku ew mafê veqetiyanê li pey hev bêne dîtin.

Bila di pêş de, em avriyeke kurt ya dîrokî bidin pirsa serxwebûna Kurdistanê. Bo serxwebûna Kurdistanê gellek car derfet hebûye. Di vir de bi kurtî wê qala hinek ji van derfetan di sedsala 20 û 21`ê de bê kirin, û em gelelk venagerin paş.Ew derfet her carê bi awayekî ji dest Kurdan derketine, û ew yek jî bi sedema lawaziya yekîtiya navxwe û xemsariya Kurd ji aliyekî û berjewendiya mezinhêzan ji aliyekî din ve bûye. Di peymannameya Sîver de ku mafê Kurd hatibû qebûlkirin, ew maf bûye qurbaniyê danûstandinên zilhêzan, û piştî tewawbûna şerê yekem ê cîhanî û parvebûna împeratoran, gelê Kurd jî wekî gellek gelên din, bi bê xwest û îradeya xwe hate parvekirin.

Mixabin ku ew formola ku Wîlson bo mafê çarenûsê, dixwast piştî şerê yekem ê cîhanî di peymannameya Civaka Neteweyan de cih bide,ku li gora vê formolê, herçend ku welatên cîhanê ji destêwerdana derekî parastî dibûn, lê di navxwe ya welat de, pêşiya xelkê nedihate girtin ku serxwebûnê ranegehînin û cuda nebin, û sînorê welatan tûşî guherînkariyan nekin, lê ew yek cîbicî nebû, û Kurd ew şansê xwe jî ji dest da.

Di sala 1960`î de NY biryar da ku dibe welatên kolonîzekirî azadiya xwe bi dest bînin, û nabe tu welatek jî ji niha şûnda bê kolonîzekirin, Kurdistan welatekî dagîrkirî û kolonbîzekirî ye, lê di biyavê nasandina Kurdistanê wekî welatek kolonî kêmtir hewl hatiye dan, lewra mixabin Kurd nekariye heya niha jî bi komelgeha navneteweyî biselmîne ku Kurdistana dabeşkirî û gelê Kurd xiraptir ji welatên kolonîzekirî têne birêvebirin.

Di serdema şerê cîhanê ê duyem û şerê sar de, mixabin Kurd tu şanseke wisa tunebû, Komara Kurdistan jî, ku di dawiya şerê duyem ê cîhanî de, pêk hat, li Rojhilata Kurdistanê, şanseke wisa nebû para wê ku payeyên vê serxwebûnê qahîmtir bike. Di serdema şerê sar de jî Kurd li ber hevkêşeyên pêwendiyên navneteweyî şanseke wisa nebû, lewra rêkxirawên Kurdî, bi giştî daxwaza çareseriya pirsa Kurd di navxwe ya welatên zal bi ser Kurdistanê de dikirin, herçend ku sîmpatiya Kurd wê demê ber bi Rûsiyeya komonîstî bû, û jêve bûn ku têza Lênîn û Rûsiyeya sosyalîstî ji bo rizgariya gelan stratejiyek e (ji bilî hinek rêberên wekî Qasimlo nebe ku zû ji bo wan derket ku dibe riya xwe ji vê riyê cuda bike) lê eva armanceke taktîkî ya Rûsiyê bû, ew bi vî karê xwe tenê rewayî dibexşîne serhildana welatên belengaz, ne eva ku piştevaniya ji neteweperwerên zulmlêkirî bihê kirin, bo wan tenê armanc zeliqandimna hemû neteweyan bi federasiyona sosyalîstî ve bû.

Piştî serhildana xelkê Kurd di Başûra Kurdistanê di sala 1991`an de, di vê para Kurdistanê de, heya radeyeke baş Kurd kariye ku bi awayê serbixweyiyeke ranegehandî xwe bi rê ve bibe, yanî Kurd di biyavê xwebirêveberiya navxweyî de, bû xwediyê mafê xwe, lê di biyavê çarenûsê ya derekî ye, ku bikare bo xwe li ser pêgeha navneteweyî ya xwe biryar bide, ew yek bi dest nexistiye. Lewra referandomek ku îsal biryar e li Başûr bi rê ve here, li ser vê ye ku gelê Kurd xwazyar e li ser pêgeha navneteweyî ya xwe biryarder be, yan na, belkû dixwaze bi şirîkatiya digel dijminê xwe di Bexdayê vî karî bike, û bo pêgeha Îraqê tekoşîn kiriye.

Li gora wan mafên urfî ên navneteweyî ku pêştir îşare pê hate kirin, Kurd di Başûr de derfeta vê yekê heye ku serxwebûnê ragehîne. Li ber vê ku Kurd hemû demekê ji aliyê karbidestên şovenî ên Bexdayê ve, gef li ser wan e. Karbidestên Bexdayê di hemû derfetekê de, bo binpêkirina mafên gelê Kurd mifahê jê werdigrin, û
gef in li ser jiyan, mafê mirov, aboriya Herêma Kurdistanê. Bo mînak birîna budceya hêza pêşmerge ku beşek e ji hêza bergiriya Îraqê, birîna mûçeyê xelkê Kurdistanê, gefa çekdarî ya Hêza Dîcle, şer û pevçûnên Xaneqîn û Kelar û …hwd, û gefên karbidestên Îraqê wekî Malikî û …hwd.

Kurd girûpeke cuda ya kulturî ye ji Ereban, û digel wan yek netewe nîne. Lewra çê dibe, ku wekî girûp hisab li ser bê kirin. Di biyavê mafê çarenûsa navxweyî de, hemû demekê gef li ser e, û dewleta navendî amade nine mafê qederê ê navxweyî bo gellek ji navçeyên Kurdistanê ku wekî navçeyên kêşe li ser didin nasandin, bi fermî nas nakin, û li ser dewerên din jî, hemû demekê gef hebûye.

Hikûmeta navendî ya Bexdayê, serbixwe ji vê ku kî hukim kiriye, hemû demekê bi awayekî cidî gef bûye li ser Kurd û dîrokekî pirr ji xwîn û kuştin û birîn di navebra Kurd û Ereb de ye. Ji aliyekî din ve, Kurd bi sedema şer li dijî terorîstan û DAÎŞê û afirandina sedan destanên mêrxasiyê, sîmpatiya civaka navneteweyî digel de ye, û serxwebûna Kurdistanê dibe sedema seqamgîriya navçeyê, û ew serxwebûn gef nine li ser maf û azadiya tu netewe û girûpeke din, û aştiya Îraqê naxe metersiyê de. Lewra rast bi van hêcetan ku Bengiladêş ji Pakistanê cuda bû, Kurd jî dikare di Başûr de bibe xwediyê serxwebûnê û mafê biryardana li ser qedera xwe hebeHekî di Kurdistana Başûr de serxwebûnê bi dest bîne, her rast bi vê sedemê ve ku di warê çewsandin, û binpêkirina mafê mirovan û mafê çarenûsa xwe de, li ser Başûr hate baskirin, beşên din ên Kurdistanê jî dikarin ku daxwaza serxwebûnê bikin. Lê em jî dikarin wekî girava Olandê, ku çawa daxwaz kir bikeve ser Swîdê, parên din jî, dikarin daxwaz bikin, ku bikevin ser Başûra Kurdistana serbixwe (Îrêdêntîzm), û bi vî awayî Kurdistana yekparçe bê avakirin, (eva nahê vê wateyê ku Başûra welat wekî rêber û biryarder li ser çarenûsa hemû Kurd, bihê lêkdan, lê li ber vê ku ew hemû pêngavekê li pêş in, li warê bidestxistina mafê çarenûsê de, lewra ew yek ji aliyê min ve tê ber bas, û ew yek tişteke realîstane ye, û hêvî dikim ku kes bi xirapî lêk nede).

Herçend ku ew armanc demeke zêde dixwaze, lê Rojavaya Kurdistanê ji niha ve ew derfet di ber destan heye. Bila em hemû bo yekparçeyiya Kurdistanê, bi kiryar hewl bidin. Ez hêvîdar im ku rêber û partiyên siyasî û xelkê Rojava bi giştî vê rêçareyê bo komkirina yekîtiya xaka parvekirî a Kurdistanê ji bîr nekin.