Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alman hêzên xwe ji Tirkiyê derdixe

14:37 - 6 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Piştî gotûbêjên bêencam di navbera Alman û Tirkiyê, Almanyayê biryar da ku hêzên xwe ji încirlîkê vekişîne.

Li gora nûçegihaniyan, arteşa Almanyayê pirograma veguhastona leşkerên xwe û balafirên xwe ên şopger ên Tornado û balafirên hilgirê şevatê ji binkeya Încirlîkê ve bo Urdunê, dixwaze ku bilez cîbicîbike.

Wezîrê Parastina Almanyayê roja Çarşemiyê wê di vê derheqê de biryara dawiyê bide. Alman ji hevalbendên xwe û bi taybetî Amerîkayê daxwaz kiriye ku di veguhastina serbazan de alîkariya wan bike.

Amerîka wê bi balafirên xwe yên S-17 alîkariya Alman bike. Nêzî 260 serbazên Almanî û hejmarek ji balafirên vî welatî di binkeya esmaniya Încirlîk a Tirkiyê de ne, ku alîkariya Nato û hevalbendiya dijî terorîstî dikin li dijî DAÎŞê.

Piştî vê ku Tirkiye razî nebû bi serdana nûnerên meclisa Alman li Încirlêkê li Tirkiyê de, ew biryar hate girtin.

Pêwendiyên herdu welatan bi hinek sedemên din jî, wekî nakokiya li ser lihevkirina derheq penaberan, pirsa PKK, pirsa mafê mirovan di Tirkiyê de bi taybetî piştî destbiserkirina bi dehan hezar kesî bi hêceta endametiya di rêkxirawên ser bi Fethullah Gulen de, û hewisa bi cînosaydnasîna komkujiya Ermeniyan, û îzin nedana Alman bi piropagendyên derheq referandoma borî ya di Tirkiyê de rastî aloziyan hat.