Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

90 kes bi tawana lîstina bi avê di parêzgeha Fars de hatin girtin

15:47 - 7 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Hêza Întizamî û biryargeha “Emir bi me`irûf û nehy ez munker” (vexwandina bo başitiyê, û dûrkirina ji karê nebaş) a şaristana Spîdana Fars, 90 keç û kur li ser leyîza bi avê (şere avê) destbiser kirin.

Li gora nûçegihaniyan, Ruhullah Rostemî berpirsê biryargeha “Emir bi me`irûf û nehy ez munker” (vexwandina bo başitiyê, û dûrkirina ji karê nebaş) a şaristana Spîdana Fars ragehandiye, ku dema wan zanyarî li ser kombûna 90 keç û kuran di gundê Erşîrî ya Spîdana Fars wergirt, ku ji bo geriyan û xweşderbazkirinê û şere avê çûbûne wir, wan hêzên pêwendîdar şandin wir.

Navbirî ragehand ku ew bi sedema şikandina deb û resman, di meha Remezanê de hatin destbiserkirin.

Di mehên derbazbûyî de, berdewam hêzên rejîmê serdana wan baxçe û wan talaran dikin ku tê de cejn û merasimên cur bi cur bi rê ve diçin, û gellek kes jî di vê derheqê de destbiser kirine, û çendîn kes heya niha bi şellaqlêdanê mehkûm kirine, ku dijkiryar li pey xwe hebûne.

Di meha Cozerdana sala borî jî, cîbicîkirina hukmê şellaqlêdana 35 xwendekaran bi tawana beşdariya wan di partiyeke şevane de, li Qezwînê rastî nerazîbûnan hat.

Komîsaryaya mafê mirovan a NY li dijkiryara bi şellaqlêdana van keç û kuran, ew kiryara hikûmeta Îranê mehkûm kir, û ragehand ku ew şêweya cezakirina ciwanan bêrehmane, nemirovî û sivikatîpêkirin e, û wekî îşkeneyê tê hesibandin.