Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şûnpiyê Îranê di teqînên Kerbelayê de tê dîtin

15:58 - 13 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Piştî vê ku 5 teqînan Kerbela hejandin, niha bas ji vê tê kirin ku rejîma Îranê dest di van teqînan de hebûye.

Li gora nûçegihaniyan ew teqîn li ser riya ziyaretkerên Îranî nebû, û tu ziyaretkerekî Îranî di van teqînan de nebûye qurbanî.

Ragehandinên Îraqî zêde ser van teqînan naçin, û ragehandinên Îranê jî tenê bas ji vê kirin, ku ziyaretkerê Îranî di vê teqînê de nebûne qurbanî.

Malpera El-erebiye ragehandiye ku hin çavkanî bas ji desthebûna rejîma Îranê di van teqînan de dikin. Vê çavkaniyê ragehandiye ku hêzên Îraqî pênc Îranî di navçeya El-ebasiyeya rojhilat û li nêzî cihê bûyerê destbiser kirine, ku mewadên teqînê û alavên teqandina ji riya dûr ve li bal wan bûn.

Hêzên ewlekariyê dema ku van girtiyan bo lêpirsînê dibin navenda Îtila`ata Kerbelayê, piştî demekê milîşên Saziya Bedr ku ji aliyê Îranê ve têne piştevanîkirin, navenda Îtila`ata Kerbelayê dorpêç dikin, û her pênc Îraniyên girtî digel berpirsê Îtila`ata Kerbelayê digel xwe birin, û rojekê piştre berpirsê Îtila`ata Kerbelayê berdan, lê ew pênc Îranî bo ciheykî nediyar birin. Ew yek egera detshebûna rejîma Îranê di teqînên Kerbelayê de bihêz dike.