Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di encama şer û pevçûnekê de li Çabiharê, çend kes ji hêzên rejîmê hatin kuştin û birîndarkirin

14:57 - 15 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Di encama şer û pevçûnekê di navbera hêzên rejîma Îranê û girûpeke çekdar de, sê kes hatin kuştin, ku yek ji kuştiyan ji hêzên ewlekariya Îranê ye.

Wezareta Îtila`ata rejîma Îranê çend demjimêran piştî weşandina vê nûçeyê, bi weşandina daxuyaniyekê, ragehand ku di dema pevçûnên şeva borî de, 2 kes ji endamên bi gotina wan-girûpeke terorîstî- hatin kuştin, û di vê derheqê de pênc kes jî hatine destbiserkirin.

Wezareta Îtila`atê armanca vê girûpê têkdana ewlehiya xelkê Îranê li şevên Qedr de bi nav kiriye, û bas ji kuştin û birîndarbûna du kes ji endamên hêzên xwe di dema vî şerî de kiriye.

Di demekê de ku di vê daxuyaniyê de navê tu girûpekê nehatiye, lê Navenda “Xebernigaranê Cewan”, Ensarê El-firqan wekî berpirsyarê vî şerî daye naskirin.

Nûçegihaniya “Rokna” jî ragehand ku endamên vê girûpê berî vê ku bikarin kemberên xwe ên bombekirî biteqînin, hatin kuştin.

Îbrahîm Derwîşî serperestê fermandariya Çabiharê jî, derheqê heman mijarê de, bi IRNA`yê ragehand ku ew pevçûn êvariya roja Çarşemiyê bûye, û hêzên ewlekariyê piştî çend demjimêran karîn vê girûpê ji nav bibin.

Wezîrê Îtila`ata rejîmê Mehmûd Elewî jî ew nûçeya piştrast kir, û ragehand ku endamekî Wezareta Îtila`atê di vî şerî de hatiye kuştin.

Wezîrê Îtila`atê jî wekî berpirsên din ên rejîma xwe Erebistan wekî piştevanê malî ê vê girûpê da naskirin. Tohmetek ku Erebistan ret dike, lê berpirsyarên rejîmê bo rewayîdana bi her cure tundûtîjî û serkutekê hewcehiya wan bi girêdana van hereketan bi Erebistan û Amerîkayê ve heye.

Di van rojên borî de, bi taybetî piştî êrîşa li ser parlementoya Îranê, Wezareta Îtila`atê ragehandiye ku wan heya niha 100 tîmên terorîstî dîtine, û zanyarî ser wan wergirtine.

Lê çavdêrên siyasî ser vê baweriyê ne, ku rejîm van nûçeyan tenê bo çewtekariyan û tundkirina rewşa ewlehiyê belav dike, û heta êrîşa li ser parlementoyê jî, wekî senaryoyeke pilandarêtî ya rejîmê dizanin.

Çalakên mafê kêmaniyan û hinek ji navendên çavdêr bi ser rewşa mafê mirovan di Îranê de jî, nîgeraniya xwe derheq zêdebûna zexta li ser kêmaniyên mesebî û neteweyî û îdama girtiyên Sunî ragehandiye.

Hêjayî basê ye ku ew girûpa bi navê Ensar El-firqan, hêşta tu daxuyaniyek di vê derheqê de belav nekiriye. Ew girûp, girûpeke Belûç e, ku bi awayê çekdarî li dijî rejîmê şer dike. Ew girûp ji têkelbûna du girûpên bi navên Hereketê Ensarê Îran û Hizba Elfirqan, di sala 2013`an de hate pêkanîn, û rêberiya vê girûpê, di destê Ebdulcelîl de ye.