Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

265 nûnerên parlementoya Ewropayê binpêkirina mafê mirovan di Îranê de şermezar kirin

15:01 - 27 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: 265 nûnerên parlementoya Ewropayê binpêkirina mafê mirovan di Îranê de şermezar kirin, û ragehandin ku ew nîgeranê rewşa girtiyan û hejmara bilind ya îdaman di Îranê de ne.

Ew daxuyaniya ji aliyê Jirar Dupre, nûnerê parlementoya Ewropayê, û serokê girûpa “dostên Îrana azad” ve hatiye amadekirin.

Li gora gotina van nûneran, di çar salên destpêkê ên serkomariya Hesen Rûhanî de, sê hezar kes di îranê de hatine îdamkirin, û bi vê sedemê em nikarin serkomarê Îranê reformxwaz ya nermrew bihesibînin.

Daxuyaniya van nûneran, herwisa tevî îşarekirina bi hilbijartina vê dawiyê ya serkomariyê, bi vê sedmê ve ku pêşiya dijberan digrin ku di hilbiojartinê de beşdar bin, ew yek dadperwrane nezanîne.

Ew daxuyaniya herwisa îşarê bi Mistefa Pûrmihemedî Wezîrê Dozgeriyê ê dewleta Hesen Rûhanî dike, û dibêje ku wî dest di îdamên sala 1367`an de hebû, û endamê heyeta Merg bû.

Van nûnerên parlementoya Ewropayê ji serokê komîsyona bilind ya mafê mirovan û herwisa şêvra bilind ya mafê mirovan jî dawaz kirin ku heyetekê pêk bînin bona lêkolîna derbarê îdaman de, û daxwaz ji dewletên Ewropî kirine ku ji bo pêwendiyên xwe ên bi Îranê re hin şert û mercan danên, bi awayekî ku Komara Îslamî neçar bikin bi ragirtina îdaman û pêşkevtina eşkere di pêbendiya bi mafê mirovan û mafê jinan de.

Nûnerên parlementoya Ewropayê herwisa derheq vê ku jin nikarin di Îranê de bibin kandîd bo posta serkomariyê, û ya wekî dadwer bêne hilbijartin, û herwisa derheq hicaba bi zorî û destbiserkirina çalakên jin, bi tundî Îran rexne kirin.

Wan herwisa nîgeraniya xwe eşkere kirine derheq rola têkderane ya Îranê di navçeyê de, û li dijî hebûna Spaha Pasdaran di Sûriyê û Îraqê de helwest girtine, û daxwaz kirine ku Spaha Pasdaran bikeve nava rîzbenda reş ya navneteweyî de.

Nûnerê parlementoya Ewropayê Jirar Dupre ku navbirî serokê girûpa naskirî bi Dostên Îrana azad e jî, pêdagirî kiriye ku ewê di meşa roja 1`ê Tîrmehê de beşdar be, ku di Parîsê de ji aliyê opozisyona Îranê ve bi rê ve diçe.

Parlementoya Ewropayê 751 nûner hene, û ji 28 welatên endam di YE de pêk hatiye.