Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê rapora Amerîkayê ya derbarê qaçaxa mirovan kîndarane bi nav kir

15:48 - 29 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Wezareta Karê Derve ya Îranê, rappora Amerîkayê ya derbarê qaçaxa mirovan de nerast xwend, û ew yek wekî tohmeteke bêbingeh bi nav kir.

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê derbarê rapora salane ya Amerîkayê derheq qaçaxa mirovan di welatên cîhanê de, ew kar û kiryara Waşingtonê bi tundî şermezar kir û dewleta Amerîkayê kêrnehatî û ne rewa nav bir û ragehand ku di hedê Amerîkayê de nine ku raporeke wisa belav bike.

Wezareta Karê Derve a Amerîkayê roja Sêşemiyê 6`ê Pûşperê rapora xwe ya salane derbarê qaçaxa mirovan di cîhanê de belav kir. Ew rapor nîşan dide ku Îran di rîzbenda sêyem ya qaçaxa mirovan de ye.

Di beşeke din ya vê raporê de ji Îranê daxwaz hatiye kirin ku rêz ji yasayên navneteweyî bigre, û hewlên zêdetir bide bona vedîtina torên qaçaxa mirovan û tora qaçaxa cinsî. Li gora gotina Tîlirson Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, li sertaserî cîhanê de, nêzî 20 milyon kesî qurbaniyê qaçaxa mirovan in. Wî ragehandiye ku Kureya Bakur ku yek ji mînakên herî xirap ên qaçaxa mirovan heye, di navbera 50 heya 80 hezar mirovî neçar bi karkirina li derveyî welat kiriye, ku piraniya wan di Çîn yan Rûsiyê de ne, û hiqûqê wan rasterast digihîje Kureya Bakur.

Li gora vê raporê hinek ji jinên Îranî ku bo piştevaniya ji malbata xwe neçar in ku kar bikin, wekî qurbaniyên qaçaxa cinsî dikevin metirsiyê de. Qaçaxçiyên mirovan Keçên Îranî ên temen 13-17 salî bona firotina li derveyî Îranê dikin kole.

Ew rapora Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê li ser bingeha yasaya piştgiriya ji qurbaniyên qaçaxa mirovan ku 17 salan berî niha di Amerîkayê de hate pesendkirin, hatiye amadekirin. Tê gotin ku gellek girûpên organîzekirî hene ku jinan, û keç û kurên genc ên Îranî neçar bi qaçaxa zayendî di Îran, Efxanistan, Kurdistana Îraqê, Pakistan û Îmaratê û Ewropayê de dikin.