Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêborîna Navneteweyî: Rewşa mafê mirovan di Tirkiyê de gellek aloz e

17:05 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Sekreterê giştî ê Saziya Lêborîna Navneteweyî ragehand ku rewşa mafê mirovan di Tirkiyê ew qas cihê nîgeraniyê ye, ku dibe bikeve ber baldanê.

Sekreterê giştî ê Saziya Lêborîna Navneteweyî di konferanseke çapemeniyê de, ku li derveyî civîna seranên welatên G20 li bajarê Hamborgê pêk hat, li dijkiryara bi destbiserkirina birêveberekî navenda xwe ya mafê mirovan, ji seranên cîhanê daxwaz kir ku di hemberî rêberên wekî Erdoxan de, ku xwe serveyî neteweyan dizanin, bisekinin.

Salîl şitî Sekreterê giştî ê Saziya Lêborîna Navneteweyî ji bona hevdîtina bi seranên welatên G20 û daxwazkirina ji wan bo azadiya birêveberê navenda xwe çûye Hamborgê.

Îdîl Isir birêveberê navenda wan, li Tirkiyê de, tevî çend çalakên din ên mafê mirovan hate destbiserkirin.

Pêştir jî welatên Rojavayî kiryarên serkutkerane ên Erdoxan di Tirkiyê de bi tundî rexne kirin, û gellek ji wan dibêjin ku Erdoxan hêcetan digre, da ku xwe ji destê neyar û dijberan bi tewahî rizgar bike. Lê Ewropa li ser pirsa penaberan kariye vê pirsê wekî karta zextê li dijî wan bi kar bîne, û ew neçar bi bêdengiyê kirine.