Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diya fermandeyekî şehîd koça dawiyê kir

20:57 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Diay şehîdekî fermande ê PDKÎ li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, Roja Sêşemiyê 13`ê Pûşpera 1396`an Mayê Osmanî diya şehîd Yûsif Emînî fermandê hêza şehîn Niho koça dawiyê kir.

Meta Mayê xelkê gundê Gîsyana ser bi navçeya Mirgewera Urmiyê û akinciyê bajarê Urmiyê bû, ku bi egera pîrbûnê di temenê 95 saliyê de çû ber rehmetê.

Şehîd Yûsif di dema şehîdbûna xwe de, fermandê emeliyata hêza Niho bû. Termê navbirî di nava girseya xelkê navçê de bi axê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat, û xizm û kes û karê navbirî û xwe hevparê xema wan dizane.