Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Barzanî: Helwesta hikûmeta Biljîkê di hember rapirsiyê dostane ye

16:17 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Serokê Herêma Kurdistanê piştî civîna digel berpirsyarên payebilind ên Biljîkê derheq rapirsiyê, di axavtineke rojnamevanî de ragehand ku me peyama gelê Kurdistanê gehande dostên xwe li Biljîkê. Têgihîştineke gellek baş hebû, û helwesta wan dostane bû.

Li gora nûçegihaniyan, roja Duşemiyê şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mes`ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê gihîşte Birukselê, û roja piştre digel cihgirê serokwezîr, Wezîrê Parastinê, Wezîrê Navxwe, Wezîrê Koç û Koçberan, û Wezîrê Karûbarê Civakî û çendîn berpirsên din, ên hikûmeta Beljîkê civiya.

Di vê serdanê de, Encumena Bilind ya Referandomê dixwaze ku digel berpirsyarên YE bas ji referandomê bike, û dixwaze bala wan û piştgiriya wan bo referandomê bi dest bîne, da ku digel cîranên Îraqê gotûbêjê bikin ku nebin rêgir li pêşberî referandomê.

Roja borî jî Barzanî di parlementoya YE de, li pêşberî girûpa naskirî bi dostê Kurdan axavtinek kir,û tê de bal kişande ser qeheremantiya hêza pêşmerge, û ragehand eniya Kurdistanê, eniya herî pêş ya şerê rasterast digel DAÎŞ`ê bû, û di vî şerî de aliyê kêm 15 hezar DAÎŞ hatin kuştin. Lewra emê ji niha şûnda jî berdewam bin di şerê li dijî terorê de, û jinavçûna DAÎŞ`ê li Îraqê jî nahê wateya bidawîhatina şerê DAÎŞ`ê, û dibe ku em şerê civakî, aborî û îdeolojî digel DAÎŞ bikin, û niha jî sedem û hokar bo pêkhatina hêzeke din ya terorîstî kêmtir nînin ji wan hokarên ku berê bûne sedema çêbûna DAÎŞ`ê.

Piştre berdevkê Lêjneya Karûbarên Derve a Parlementoya Ewropayê Çarlis Tanok ragehand ku di roja referandomê de, hekî dengê “belê” bin, ez yekem kes dibim ku piştevanê we dibim, vê nûçeyê tweet dikim û dibêjim derfeta serxwebûna bidin Kurdan.

Navbirî herwisa got hikûmeta Îraqê dizane ku Herêma Kurdistanê di biyavê petrolê de çiqas dewlemend e û ew yek bo Îraqê çiqas girîng e, lewra dijayetiya serxwebûna Kurdan dike. Wî daxwaz ji Ewropaiyan kir ku hekî aliyek hebe ku piştevaniya referandoma serxwebûnê neke, aliyê kêm bê alî be.

Hêjayî basê ye ku piştî diyarîkirina roja referandomê, helwesta piraniya welatên navçeyê eşkere bû, ku yek ji wna Îran bû. Rejîma Îranê yek ji wan deshilatdarên navçeyê ye ku bi eşkere dijberiya xwe digel referandomê û serxwebûna Kurdistanê ragehandiye, û ew yek wekî metirsiyekê bo ser axa welatên navçeyê bi nav kiriye, û çend roj berî niha nûçegijhaniya Mêhr jî avakirina dewleteke Kurdî wekî avakirina DAÎŞ`eke nû di herêmê de bi nav kiribû.

Her wisa nivîsandibû: “Avakirina deshilata saxte û tezwîr ya Kurdistanê xewneke mêjîn a Amerîkayê ye, bo peyakirina xerîteya Împeryalîstî ya Rojhilata Navîn ya nû, û di çarçoveya pirojeya dagîrkariyê a naskirî bi pirojeya “Baydin” de ye, ku dixwazin Îraqê bi sê welatên Sunî û Şî’e û Kurd parve bikin.