Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberê rejîmê endamên kabîneya Rûhanî diyarî dike

15:44 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Endamên Meclisa Şêvra Îslamî ragehandine ku Rûhanî bi hevahengiya digel Xamineyî endamên kabîneya xwe diyarî dike.

Li gora nûçegihaniyan, Elî Muteherî cihgirê serokê meclisê, û du endamên feraksiyona Bi navê “Omîd” ya meclisê, Rûhanî bi tundî rexne kirin, û ragehandin ku Rûhanî li ser bingeha fikra Xamineyî endamên kabîneya xwe diyar dike.

Li gor gotina Muteherî, di warê yasayî de, nabe Xamineyî pêşniyara kesan bo kabîneya dewletê bike, lê renge Rûhanî dixwaze bi vî rengî xwe ji destê pêla pêşniyaran rizgar bike.

Li ser bingeha diyarîkirina kabîneya Wezîran di dewreyên pêşîn de, tenê bo danîna hinek wezîrên wekî Wezîrê Karê Derve, Wezîrê Parastinê, û Wezîrê Navxwe, û Saziya Îtila`atê dibe fikra rêberê rejîmê bipirse.

Her di vê derheqê de, hinek ji ragehandinan û bi taybetî navenda nûçegihanên Cewan, ya girêdayî saziya Deng û Reng, ragehandine ku Rûhanî roja 22`ê Pûşperê çû Meşhedê, da ku rîzbenda kabîneya xwe bide rêberê rejîmê.

Ji aliyekî din ve Mehmûd Sadiqî nûnerê Tehranê, di meclisê de nivîsandiye ku li gora deb û resma carr, serkomaran, du yan sê wezîr bi hevahnegiya digel rêber diyarî dikirin, lê Hesen Rûhanî dibêje ku ewê hemû endamên kabîneyê bi hevahengiya digel rêber wê diyarî bike.