Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çar çalakên mafê mirovan di Tirkiyê de hatin destbiserkirin

15:52 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Dadgehekê di Tirkiyê de, hukmê destbiserkirina çar çalakên mafê mirovan derkir, ku sê roj berê hatibûn berdan.

Li gora rapora nûçegihaniya Anatoliyê, ew çar kes ji wan deh çalakên mafê mirovan bûn, ku roja 14`ê Pêşperê di dema birêvebirina semînarekê di girava “Biyûk Ada” a Stenbolê hatin girtin. Birêvebera beşa Tirkiyê ya Lêborîna Navneteweyî Îdil Isir, û çalakeke Almanî û Swîdî di nava girtiyan de ne.

Roja 27`ê Pûşperê di dadgehê de, biryara destbiserkirina şeş kesan hate dan, lê çar ji wan hatin berdan, lê cardin dadgehê biryara girtina wan daye.

Destbiserkirina wan çalakên mafê mirovan, bi taybetî çalakên Almanî û Swîdî, pêleke nerazîbûnê di nava welatên Ewropayî de pêk aniye.

Dewleta Alman roja Pêncşemiyê ragehand ku ewê di biyavê aborî de, wê tolê ji Tirkiyê vekin.

Pêwendiyên di navbera Alman û Tirkiyê heya wê astê sar bûne, ku Alman hêzên xwe ji binkeya Încirlîkê vekişandin.

Tirkiye bi sedema binpêkirina bi eşkere ya mafê mirovan berdewam tê rexnekirin, lê serbarê wan rexnekirinan rayedarên Tirkiyê zexta li ser çalakên mafê mirovan û xelkê sivîl wekî xebata li dijî terorê bi nav dikin, û biyaveke emniyetî didin vê pirsê.

Bi taybetî piştî kûdetaya şikestxwarî di Tirkiyê de, niha girtîgehên Tirkiyê tejî bûne ji alîgirên girûpa Xizmet ya Fethullah Gulen, û Kurdên dijberî deshilatê.