Kurdistanmedia: Rojnameya Kowêytî ta El-qebes ragehandiye ku hukmê dadgehê ê dawiyê, nîşan dide ku endamên vê şaneyê, li Lubnanê de perwerde dîtine, û bi alîkariya digel yek ji dîplomatên Îranê û yek ji endamên Spaha Pasdaran, civînên xwe di balyozxaneya Îranê ya Koweytê de bi rê ve dibirin.
Hukmê dadgehê ku ji aliyê dadwer Ehmed El-ecîl ve bi rê ve çû, weha ye: Bi hebûna gellek sedeman hate selimandin ku Hizbullah saziyeke terorîstî ye, û di biyavê berjewendiyên rejîma Îranê de kar dike, û dixwaze siyasetên wê rejîmê li Koweytê û welatên din ên Îslamî de, vegeşîne. Armanca wan siyasetan jinavbirina sîstema bingehîn ya Koweytê, û welatên din ên Îslamî û êrîşa li dijî sîstema civakî û aborî ji riya bombedanînê, û bikaranîna zorê û kiryarên din ên terorîstî ye.
Li gora zanyariyên ku dadgehê eşkere kirine, Hizbullahê pêwendiya wê digel revandina balafira hejmar 422 ya xeta esmanî ya Koweytê, û hewldan bo terorkirina Şêx Cabir El-ehmed emîrê berê ê Kowetê, û herwisa pêkanîna şaneyên sîxoriyê hebûye.
Herwis Hizbullah û rejîma Îranê hewl dane ku şaneyên ajantiyê çê bikin, û ji riya wna ve çek û teqemeniyên hewce bibin Koweytê.
Herwisa di destê tawanbarê rêza heştê de, xerîteyên leşkerî û bajarî hatin girtin, ku tê de navnîşanên çal û meydanên neftê hebûn. Şaneya ku hatî vedîtin, ji 21 kesan pêk tê, ku karê wan casûsiya bo Spaha Pasdaran bûye.