Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

20 kedkarên Neyşekera Heft Tepe hatin destbiserkirin

14:48 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Sendîkaya kedkarên nêyşekera Heft Tepe roja çarşemiyê ragehand ku 15 kedkarên wan ji aliyê polîs û hêzên ewlekariyê ve hatin girtin.

Her li gora ragehandina vê sendîkayê, pênc kedkarên din jî bi hevahengiya Herasetê û birêveberê şîrketê, ji aliyê hêzên Îtila`atî û ewlehiyê ve hatin girtin, û bo cihekî nediyar hatin veguhastin
Nûçegihaniya ÎLNA jî ragehand ku ji sedemên destbiserkirina wan kedkaran zanyariyek dirust di ber dest de nine,û ji zimanê pêwendiyên giştî ên vê şîrketê ve nivîsand ku xwedîkar tu gilînameyek li ser wan tomar nekiriye, lê hinek ji navendan biryareke wiha dane.

Lê pêştir serdozgerê şaristana Şûş di gotûbêja bi nûçegihaniya dewletî ya ÎRNA re, daxwaz ji kedkarên nerazî ên Nêyşekera Heft Tepe kiribû ku ji riyên yasayî ve daxwaziyên xwe bas bikin, jiber ku kombûna li ser riyan û daxistina riyan kiryareke neyasyaî ye, û ew kesên ku riyan bigrin wê bêne cezadan.

Di meşa nerazîbûna roja Sêşemiyê ya kedkaran di hewşa şîrketa Nêyşekera Heft Tepe hêzên Întizamî, hewl dan ku bi gaza rondikrêj, kedkaran serkut bikin, lê digel berxwedana kedkaran berbirû bûn, û di encama pevçûnan de şûşeyên çend wesayitên hêzên Întizamî hatin şikandin.

Tê gotin ku nerazîbûna wan kedkaran li ser nedana hiqûqê wan e, ku serbarê hemû hewldanên wan, şîrketê heqdestê wan nedayê.

Ew daxwaza heqdestê xwe yê meha Banemer û Cozerdana îsal, û heqdestê meha Rêbendan û Reşemeya sala 1394, û xelatên du salên borî dikin.

Nedana heqdestê wan bûye sedema piştgiriya gellek ji navendên kedkarî.