Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirêgirtiyekî rejîmê hate cezakirin

17:02 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Kirêgirtiyekî rejîma Îranê li bajarê Şinoyê ji aliyê kesên nenas ve hate cezakirin.

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, şeva Înê 5`ê Gelawêjê kesên nenas li taxa Taçînawê ya Şinoyê kesek bi navê Mihemed Nasirzade dane ber gulleyan, ku navbirî kesekî kirêgirtî ye, û xizmeta rejîmê dike, û mewadfiroş jî bûye.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia, di vê derheqê de ragehandiye ku ew kirêgirtiyê rejîmê piştî vê êrîşkirinê bi giranî birîndar dibe, û niha di bin çavdêriya pizişkî de ye.

Herwisa nûçegihanê malpera Kurdistanmedia ragehand ku nasnameya wan kesan ku navbirî dane ber gulleyan, heya niha nediyar e.