Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwezaya Marmîşo li Urmiyê di nava agir de dişewite

16:09 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Xwezaay bedev ya Marmîşo li geliyê Baniyê a Urmiyê çend roj in di nava agir de dişewite.

Serbarê vê ku Îdareya “Cehada Kişawerzî” ragehand ku ew agir hatiye vemirandin, lê xelkê navçeyê radigehînin ku ew yek tu ratsiya wê nine, û xwezaya Marmîşo mijûl e bi tewahî ji nav diçe.

Xelkê navçê bas ji dereng gihîştina wezîfedarên agirvemirandinê dikin, û gazinde ji vê hene ku wan bi derev bas ji vemirandina agir bi hewl û zehmeta xwe kirine, lê berevajî eva xelkê navçê ne, ku xema vemirandina agir xwarine û dixwin.

Hinek ji xelkê herêmê bas ji vê dikin, ku ew agir di encama xemsariya xelkê navçê nebûye, belkû destê Spaha Pasdaran û kirêgirtiyên wê tê de hebûye.

Ji aliyekî din ve daristanên çiyayê Zêynaliya Urmiyê jî di rojên borî de di nava agir de şewitîn, û xelkê navçê gazinde ji dereng gihîştina wezîfedarên agirvemirandinê kirin.

Di demsala havînê de gellek caran daristanên Kurdistanê agir digrin, û gellek caran xelkê van herêman bas ji hebûna destê kirêgirtiyên rejîmê di van bûyeran de dikin. Di van ciyan de jî ku di encama xemsariyê de bûyera agirberbûnê rû dide, wekî bûyera Marmîşo rayedar gellek girîngiyê nadin vemirandina agirê ku xwezaya Kurdistanê ji nav diçe.

Hêjayî basê ye ku di geliyê Marmîşo de, gola Marmîşo heye, ku dikeve 45 km ya rojavaya bajarê Urmiyê, û ketiye nava çiyayên vî bajarî de, û nêzî sînorê Îran û Tirkiyê ye. Ew gerra avê ku wekî gola marmîşo tê naskirin, 5 hiktar dibe, û kûrahiya wê jî 50 heya 60 metrî dibe, ku di nav de masiyên Qizilala hene.

Çiyayên derodra wê bi gulên bedev ên curbicur û bi daristanên curbicur hatiye dapoşîn.