Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran: Amerîkayê \"bercam\" binpê kiriye

17:02 - 2 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Elî Larîcanî ragehand ku wan doz li dijî Amerîkayê li ser binpêkirina became vekiriye.

Dorpêçên aborî ên Amerîka li dijî Îranê, sê biyavên xebata li dijî terorîzmê û pirograma mûşekî bi xwe ve digre, û Spaha Pasdaran jî dike armanc.

Elî Larîcanî serokê meclisa rejîmê, ragehandiye ku Amerîkayê bercam binpê kiriye, û gellek welat jî di vê derheqê de bi Îranê re ne.

Di rojên derbazbûyî de bû ku her du meclisên SENA û Nûneran a Amerîkayê pirojeyek bona tundtirkirina dorpêçên li dijî Îran û Rûsiyê û Kureya Bakûr pesend kirin.

Ew kes û navendên ku tawanbar in bi binpêkirina mafê mirovan, binpêkirina firotina çekên giran bi Îranê, û desthebûna di têkdana ewlehiya herêmê, di rîzbenda dorpêçên nû ên Amerîkayê de ne.

Li ser bingeha van dorpêçên aborî, serkomarê Amerîkayê erkdar e ku di navbera 90 rojan dem fermandar û kirêgirtiyên Spaha Pasdaran û baskê derveyî sînor a wê wate Spaha Quds wekî piştevanê terorîzmê bixe nava rîzbenda dorpêçan de.

Roja 26`ê Pûşperê Amerîkayê di rapora xwe ya 90 rojî de, serbarê vê ku bas ji pêbendbûna Îranê bi cîbicîkirina Bercamê kiribû, lê ragehand ku ewê bi awayê hûrtir çavdêriyê bi ser cîbicîkirina vê lihevkirinê de bikin. Herwisa ragehandine ku tehrîmên nû pêwendiya wê bi testkirina pirograma mûşekî û destêwerdana di nava karûbarên welatên din de heye.

Lê Zerîf Wezîrê Karê Derve ragehandiye ku hekî Amerîka berdewam be li ser sepandina dorpêçan, ew bi mafê xwe dizanin ku li lihevkiirna Bercamê derkevin.