Kurdistanmedia: Balafirên Amerîkayê ên şer êrîşî ser hêzeke Heşa Şe`ibî a hevalbendê Spaha Quds a Îranê kirin, û gellek jê kuştin.
Li gora nûçegihaniyan, wan balafirên şer di sînorê Îraq û Sûriyê de, ew hêz bombebaran kirin.
Gurdana Sêyid El-şuheda ya ser bi Heşda Şe`ibî di daxuyaniyeke nivîskî de ragehand ku hêzên Amerîkayê binkeya me li sînorê Îraq û Sûriyê de kirin armanc, ku gellek kes Ii encam de hatin kuştin û birîndarkirin.
Heşda Şe`ibî ragehandiye ku ew li hemberî vê êrîşê de bêdeng nabin, û wê bersiva vê êrîşê bidin.
Vê girûpê ji dewleta Îraqê daxwaz kir ku lêkolîna hewce di vê derheqê de encam bide, û hêzên Amerîkayî ji sînorê Sûriyê dûr bixe.
Çavdêrên siyasî û şarezayên karûbarên Rojhilata Navîn ser vê baweriyê ne ku Heşda Şe`ibî tenê bi berçav li ser biryara Sîstanî hatiye avakirin, lê ew yek pilana rejîma Îranê bûye, û niha jî biryarê ji Îranê û Qasim Silêmanî werdigre, ne ji Sîstanî. Armanc jî bikaranîna vê hêzê ye li dijî Herêma Kurdistanê û Suniyan û gihîştina bi armancên xwe ên stratejîk di herêmê de.