Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Urmiyê bi boneya şehîdbûna du hevalên têkoşer ên PDKÎ peyameke hevxemiyê belav kirin

15:01 - 8 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Piştî şehîdkirina du pêşmergeyên qehreman ên PDKÎ ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, gellek peyamên hevxemiyê bo PDKÎ hatin şandin, ku di nav de endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Urmiyê jî bi şandina peyamekê hevderdî digel PDKÎ kirin.

Deqa peyamê bi vî rengî ye:

Em wekî lawên Rojhilata Kurdistanê ji bajaroKê Dizê a navçeya Mirgewer a Urmiyê ve, wekî alîgirên şoreşa rizgarîxwaziya gelê me, sersaxiyê dibêjne malbatên van du şehîdan, û hemû xelkê Rojhilata Kurdistanê.

Em qewl û soz didin ku heya dawî dilopa xwîna xwe riya wan bernedin, heya ku digihîjin armancên xwe ên pîroz ku rizgariya gel û welat e.

Silav li riha pak ya şehîdan

Serkevtin bo Kurdistan, merg û neman bo dijminan
Endam û alîgirên PDKÎ li Dizê ya Mirgewer

15.05.1396

Bijî PDKÎ