Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojnameyeke Norwêjî raporekê li jêr navê \"du rêberên şoreşger\" belav dike

15:59 - 8 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Rojnameya Firîhêtîn a Noirwêjî di raporekê de bas ji qehremantî û destanrêsiya şehîdên Kosalanê û bi taybetî şehîd Kawe Cewanmerd û şehîd Serkewt Semedî kiriye.

Vê rojnameyê bas ji vê kiriye ku di yekem rojên havîna sala 2016`an de, desteyek ji pêşmergeyên PDKÎ ji sînorên Rojhilata Kurdistanê ve ber bi navçeya Hewraman ku dibe Rojhilata kurdistanê, bi peyama “hêvî ber bi azadiyê ve” rê ketin. Ew hêz bi awayekî çavnihêrnekirî rastî hêzên Îranê hatin.

Piştî sê rojan şer û pevçûnên zincîreyî di navbera pêşmergeyan û hêzên rejîma Îranê de, sê pêşmerge li nêzî Kosalanê dikevin boseya hêzên rejîmê de, û şehîd dibin.Di heman demê de hejmareke yekcar zaf ji hêzên rejîma Îranê jî têne kuştin.

Di doma vê raporê de hatiye: Du pêşmerge kemînê têk dişkînin, ku ew jî rêber Kawe Cewanmerd endamê Komîteya Navendî a PDKÎ û hevriyê wî, fermande Serkewt Semedî ye.

Ew du rêber, piştre ji aliyê caş û pasdarên Komara Îslamiya Îranê ve, û bi piştevaniya topbaranên tund û çekên cur bi cur dîsan têne dorpêçkirin, lê wan karîbû sê caran li sê cihên cur bi cur kemînê têk bişkînin.

Di dawiyê de rêber Kawe û fermande Serkewt ku fîşekên wan namînin, û tenê narincokek li cem wan dimîne, bona vê ku bi zindî nekevin destên dijmin de, û nehêne êxsîrkirin, hevdu himbêz dikin, û dawî narincokê bi xwe ve diteqînin.

Şoreşger di kultura kurdî de, taybetmendiyeke naskirî ye, û bi mirovekî şoreşger û netirs tê gotin, ku şer dike di hemberî dewleta koletî û faşîzmê de.

Dêkart dibêje: Ez bîr dikim, yanî ez heme, Kurdan jî bi vîn û îradeya xwe ya şoreşgerî û xebata xwe, ew yek nîşanî me dane.

Azadî jidayîkbûyê mirovekî şoreşger e, û civak e ku bi bê mirovê şoreşger ber bi dewleta koletiyê ve diçe. Şoreş ji bo Kawe Cewanmerd hêvî ber bi azadiyê ve bû.

Di doma rapora Rojnameya Firîhêtîn a Noirwêjê de hatiye ku rejîma Îranê tu baweriyek bi azadî û aştiyê û çareseriya kêşeyên siyasî nine, û dibe opozisyon alternatîwên din bi kar bînin.

Serbarê vê ku rêberên siyasî ên Kurd gotûbêj qebûl kirin, lê rejîma Îranê li ser maseya gotûbêjê, ew teror kirin.