Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwekujekî Îranî di Efxanistanê de hate destbiserkirin

16:13 - 13 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Berpirsyarên herêmî ê wilayeta Nîmroz di rojavaya Efxanistanê de bas ji destbiserkirina xwekujekî Îranî kirine.

Li gora nûçegihaniyan, fermandê polîsê Nîmrozê ragehanndiye, ku ew êrîşkar pênc rojan berî niha, dema ku girûpeke dijberên çekdar êrîşî ser binkeyeke leşkerî ya sînorî li navçeya xêyrabad kirin, hate destbiserkirin.

Xeynî girtina vî xwekujê Îranî, sê êrîşkarên din jî di şer û pevçûna bi polîs re hatin kuştin. Vî êrîşkarê Îranî ragehandiye ku yek ji wan kesên ku di pevçûnê de hatiye kuştin kurmamê wî bûye, û hevwelatiyê Îranî ye.

Berî niha jî hejmarek ji berpirsyarên Efrxanî di herêmên rojava ên Efxanistanê de, bas ji desthebûna hevwelatiyên Îranî di nearamkirina Efxanistanê de kiribûn.

Berpirsyarên Efxanî serbarê vê ku bi dehan carî ragehandine ku belge di destên me de hene ku rejîma Îranê piştgiriya Talibanê dike, lê Îranê ew yek ret kiriye.

Roja Çarşemiya borî jî xelkê Efxanistanê li dijî siyasteên têkderane ên rejîma Îranê di Kabulê de meşeke nerazîbûnê bi rê ve birin.

Serokê Hizba Muşariketa Millî a Efxanistanê di vê xwenîşandanê de rejîma Îranê tawanbar kir ku bona têkdana ewlehiya navxweyî û yekîtiya neteweyî ya Efxanistanê hewl dide û perwerdê dide Taliban û tora Heqanî.

Xelkê nerazî û bêzarbûyî ji destê destêwerdanên rejîma Îranê, wêneyên Xomênî û Xamineyî û Rûhanî bilind kiribûn ku xet bi ser wêneyên wan de hatibûn kişandin, û di bin wan wêneyan de navê Şeytan hatibû nivîsanidn, û wan diruşm li dijî rejîmê didann, û daxwaz dikirin ku rejîma Îranê dev ji piştevaniya terorîzmê di welatê wan de berde.