Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meclisa rejîmê pirojeyasayeke nû derheq hukmê îdamê pejirand

15:18 - 14 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Meclisa rejîma Îranê pirojeyasayeke “yek foriyetî” pejirandiye ku ji cezayê qaçaxçiyên madeyên muxedir kêm dike.

Li gora vê pirojeyasaya nû, kesên ku çek bi kar neanîbin, û rêberiya bandên madeyên hişber nekiribin, û muharib nehatibin naskirin, û wan kesan kêmtir ji 100 kg tiryak û giras, û kêmtir ji 2 kg Hiroyîn û Kokayîn helgirtibin, ew nahêne îdamkirin.

Dezgeha Qezayî ya Îranê di nîva yekem ya sala 2017`an de, aliyê kêm 239 hukmên îdamê cî bi cî kirine. Di Îranê de %90 ji girtiyên ku li benda îdamê ne, tawanbarên mewada muxedir in.

Vê gavê 5 hezar kes di Îranê de li benda îdamê ne. Ew pirojeyasaya ku niha hatiye pejirandin, dibe ji aliyê Konseya Çavdêriyê (Şêvra Nobedar) ve bê pejirandin.

Hekî ew terh bê pejirandin, wê mehkûmbûyiyên niha jî bi xwe ve bigre. Herçend berpirsyarên rejîmê dixwazin bi pejirandina terheke weha wisa nîşan bidin ku ewê rêjeya îdaman kêm bikin, lê navendên mafê mirovan û civaka cîhanî li dijî hukmê îdamê ne, û vî hukmî bi hukmekî nerewa û nemirovî dizanin, û daxwaz dikin ew hukm ji bo tu cure tawanekê nehê cîbicîkirin.