Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Arif Wehabzade: %28 ji mu`itadan xwendina bilind hene

15:37 - 15 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Arif Wehabzade Birêveberê giştî ê karûbarê ferhengî û pêşîgirtinê ê Navenda Xebata li dijî Madeyên Hişber ragehand ku zêdetir ji %28 ji mu`itadan xwediyê xwendina bilind in.

Navbirî di civîna silametiya civakî di Yasûcê de ew yek ragehand û îşare bi vê jî kir, ku zêdetir ji %62 ji mu`itadên welat xwedî jin û zarok in.

Li gora gotina navbirî jiber ku %50 ji mu`itadan xwedîkar in, lewra cihên kar jî dikeve bin bandora vê diyardeyê, û hewcehiya civakê bi jêhelbirina asta hişyarî û zanyariyan heye.

Asta xwarê ya hişyariya civakî bûye sedema vê ku %55 ji dê û bavên mu`itadan sê-çar salan piştre aghedarî mu`itadbûna zarokên xwe bin.

Birêveberê giştî ê karûbarê ferhengî û pêşîgirtinê ê Navenda Xebata li dijî Madeyên Hişber bi eşkere bas ji vê kiriye ku asta îtiyadê di nav civaka Îranê de gihîştiye astekê ku binbirkirina wê mihal e, lê bona pêşîgirtina ji geşekirina vê diyardeyê, dibe hemû navend û dezgehên pêwendîdar pêkve kar bikin.

Serbarê vê ku berpirsyarê pêwendîdar wekî birêveberê giştî ê karûbarê ferhengî û pêşîgirtinê yê Navenda Xebata li dijî Madeyên Hişber berdewam bas ji hewldan bo kuntrolkirina vê diyardeyê dikin, lê jiber ku bixwe dest di belavkirina madeyên hişber de hene, û ew yek wate mu`itadkirina hevwelatiyan û hebûna civakek nesax, ji pilan û stratejiya wê rejîmê ye, lewra ne tenê ew diyardeya kêm nabe, belkû roj bi rojê li gora gotina çavdêrên siyasî emê şahidê jêhelçûna rêjeya mu`itadan di Îranê de bin.