Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lewha bîranîna qurbaniyên Mîkonosê hate têkşikandin

15:41 - 16 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Kirêgirtiyên rejîma terorîst û terorîstperwer a Îranê li derveyî welat lewha bîranîna qurbaniyên terora Mîkonosê têk şikandin.

Li gora nûçegihaniyan, danîna lewha bîranînê ku nîşana terorîstbûna rejîma Îranê ye, her tim cihê nerehtî û nîgeraniya berpirsyarên rejîma Îranê bûye. Terorîstên zal bi ser Îranê de, pêştir gef li şaredariya Berlînê xwaribûn, ku vê kiryara şaredariya Birlînê, bê bersiv nahêlin.

Rejîma Îranê serbarê vê ku di dadgeha Mîkonosê de, hate mehkûmkirin ku destê wan di terorkirin Dr. Şerefkendî û hevalên wî de hebûye, û terorîsên ser bi wan hatin girtin jî, lê ew radigehîne ku biryara wan yekalî, siyasî û ne dadperwerane bûye.

Lewra jî hestiyariya wan bi danîna lewha bîranîna qurbaniyên Mîkonosê ku nîşana cinayeta rejîmekê ye ku bi berçav bas ji dadperwerî û rêz girtina ji mafê hemû pêkhateyan dike, derbeke mezin bû, û hertim bîr ji têkşikandina vê lewha bîranînê dikirin.

Bêguman şikandina lewheke bi vî rengî jî, ne tenê terorîstbûna rejîma Îranê kêmreng nake, belku ew kiryar bi xwe, zêdetir ji berê rejîmê rezîl û riswa dike.