Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Clifford D. May” : Rewşa kêmaniyên mesebî baştir nebûye

16:21 - 17 Tebax 2017

Kurdistanmedia: “Clifford D. May” karnasê karûbarê Îranê û bingehdanerê Navenda Bergirî ji Demokrasiyê, ragehandiye ku li gora reftara hikmûmeta Îranê û serbarê sozên serkomarê rejîma Îranê, di dûredîmena pêşeroja Îranê de, tu nîşanek ji guherîn û baştirbûna rewşa kêmaniyên mesebî nahê dîtin.

Li gora nûçegihaniyan, navbirî ragehand ku eva di Îranê de rû dide, azardana kêmaniyên mesebî bi awayê herî tund e… reftarên xirap ên kêmaniyên olî di Îranê de qet ber bi başbûnê ve neçûne, û tu nermiyek jî ji aliyê Rûhanî ve nehatiye dîtin.

Navbirî derheq egera guherînkariyan di reftara rejîma Îranê de, di biyavê serederiya baş digel peyrewên kêmaniyên mesebî ragehand, ku gellek zehmet e ku rejîma Îranê reftara xwe biguhere.

Navbirî herwisa Obama jî tawanbar kir, ku wî bi sedema pêşîgirtina siyaseteke nerm li hemberî Îranê de, rejîma Îranê pêdagirtir kir li ser siyasetên xwe ên serkutkerane.

Roja borî Tilirson Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê rapora salane ya xwe li derheq rewşa azadiyên dînî di cîhanê de belav kir, û ragehandibû ku rejîma Îranê niha jî kêmaniyên mesebî bi awayên herî tund serkut dike.

Wî di rapora xwe de bas ji vê kiribû, ku di van welatan de, ku rêz ji azadiyên mesebî nahê girtin, tundrewî û binajoxwazî derfeteke zêdetir ji xwe re dibîne, bona vê ku reh û rîşeya xwe di nava civakê de dakute.

Li gora gotina Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê, rejîma Îranê rêz ji mafê Behayî û Mesîhiyan û peyrewên olên din nagre, û hevwelatiyên xwe di bin navê murtedbûnê de îdam dike.