Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat, serdana Partiya Demokrat li navçeya Koyê kir

21:14 - 17 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Heyeteke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serdana lêjneya Partiya Demokrat a Kurdistanê, li bajarê Koyê kir.

Heyeteke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, 16`ê Tebaxa 2017`an, bi serperestiya “Têymûr Mistefayî” endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Îranê serdana taya Partiya Demokrat a Kurdistanê, li bajarê Koyê kir, û ji aliyê heyeteke Partiya Demokrat a Kurdistanê ve, bi serperestiya “Şêx Kerîm” berpirsê taya vê Partiyê li Koyê ve, pêşwazî jê hate kirin.

Têymûr Mistefayî, bi nûnerayetiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, 71`mîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistan li wan pîroz kir, û hêvî kir ku hertim serkevitî bin.

Li hember de “Şêx Kerîm” tevî spasî û wefadariya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pîrozbahiya 72`emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir, û her di vê civînê de li ser bihêzkirina pêwendiyên navbera herdu aliyan de tekez kir.