Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yad û bîra şehîdên Mîkonos û cangoriyên dehka 60`î di Alman de wê bilind bê nirxandin

20:47 - 28 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Rêûresmek bi boneya rêzgirtina ji yad û bîra şehîdên Mîkonosê û cangoriyên dehka 60`î di Birlînê de wê ji aliyê Navenda Penaberên Siyasî ên Îranê wê bi rê ve here.

Di vê merasimê de Birunu Yost, serdozgerê xanenişîn ê Federal derheq aliyên hiqûqî ên dadgeha Mîkonosê wê axavtinekê pêşkêş bike.

Herwisa Şûra Mekarimî ji paşmayiyên cangoriyên dehka 60`î wê derbarê tundûtîjiyên bingehîn û siyasetên înkarkirinê di Îrana îro de wê baxive.

Ew merasim roja Şemiyê 16.09.2017`an di Kargeha Ferhengan de wê bi rê ve here.

Terora Dr. Şerefkendî û hevalên wî li 26’ê Xermanana 1371 (17’ê îlona 1992)’an li Birlîn a Serbajarê Almaniyayê li halekê de hat encamdayîn ku tenê 3 sal bi ser terora Wiyenê re derbas dibû ku têde Dr. Ebdulrehman Qasimlo, sekreterê wê demê yê Hizba Demokrat û Ebdula Qadirî Azer, nûnerê Hizba Demokrat li derweyî welat tevî Dr. Fazil Resûl li ser maseya got û bêjê bi destê dîplomat terorîstên Komara Îslamî ve hatin teror kirin û ew dîplomat terorîst jî bi hevkariya dewleta Utrîşê bo Îranê hatin şandin û heya niha jî ew dosya vekirî maye.

Berevajî terora Dr. Qasimlo ku terorîstan karîn ji Utrîşê derkevin û radestî edaletê nehên kirin, lê dosyeya Mîkonosê bi awayek din hat şopandin. Di dosyaya terora Mîkonosê de, her 5 terorîst, berî wê ku bikarin ji Almaniya birewin, ji aliyê dezgeha ewlehiya Alman ve hatin destbiser kirin.

Ew dosya piştî 146 ger civîna dadgehê û guhdarîkirina 176 şahidan, bo midehê 5 salan berdewam kir. Dadgeha Mîkonosê serbarê mehkûmkirina encamderên terorê, rayedarên herî payebilind ên rejîma Îranê jî bi darêjer û fermanderên terora dijberan li derweyî welat de tawanbar kir û ji ber terorîzma dewletî, ji aliyê dadgeha Mîkonos’ê ve hatin mehkûm kirin.

Dadgeha Bilind ya Alman di 21’ Xakelêweya 1376’an de bi awayek fermî navê Ayetula Elî Xamineyî, rêberê rejîmê, Elî Ekber Haşimî Refsencanî, serkomarê wê demê, Elî Ekber Wilayetî, wezîrê derwe yê wê demê û Elî Felahiyan, wezîrê Îtilaata hingê anî û biryara şopandina van 4 kes kesan, wekî darêjer û fermanderên terora Mîkonosê da.

Terora rêberên Hizba Demokrat, îdamên bi kom, kuştinên rêzokî, terora kesatî, cudabîr, endam û alîgirên partiyên opozîsyonê li derweyî welat û dehan trajîdiyên din, beşekî biçûk in ji karnameya tejî cinayet û terorîzma Komara Îslamî ya Îranê.