Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mesûd Barzanî: Em piştevaniyê ji kurdên beşên din yên Kurdistanê dikin

21:08 - 31 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Serokê Herêma Kurdistanê, li civîneke giştî a derheqê pêşeroja Kurdistanê û pirsa referandomê bas ji vê yekê kir ku em piştevaniya kurdên beşên din yên kurdistanê dikin.

Nûçegîhanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja Çarşemî 30`ê Tebaxa 2017`an belav kirine ku, Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, di civîneke giştî de, piştevaniya xwe ji kurdên beşên din yên kurdistanê, da zanîn û got ku piştevaniyê ji wan dike.

Mesûd Barzanî di vê civînê de, bas ji vê yekê kir û got ku em hemû yek netewe ne, lê belê di rastiyê de em bi ser çar beşan de hatine dabeşkirin, û tevî vê hindê jî em di hemû demî de piştevanê kurdên beşên din yên kurdistanê ne.

Navbirî herwiha bas ji vê yekê kir ku: Kurdên beşên din yên Kurdistanê jî, dibe ku bigihîjin mafên xwe, û ew in ku rêya xebata xwe dadirêjin û em jî piştevaniyê jê dikin û herwiha piştevaniya xwe ji wan re didomînin.

Mes`ûd Barzanî di sala derbazbûyî de, di gotûbêja digel kanala BBC de de, bas ji vê yekê kir ku: Xebata Partiyên Rojhilata Kurdistanê pêwendî bi wan ve heye, û wan jî hêzên xwe di navxweyê Kurdistanê de hene, û em nikarin ku siyasetên xwe bi ser wan de bisepînên.