Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ û YNK di bajarê Soranê de, li hev civiyan

21:10 - 31 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Heyeteke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, digel berpirsên Malbenda 6 a Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê, di bajarê Soranê de civîn pêk anî.

Spêdeya roja Dûşemî 28`ê Tebaxa 2017`an, heyeteke birêveberên PDKÎ bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî a PDKÎ serdana Malbenda 6 a Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê, di bajarê Soranê de kir.

Heyeta Partiya Demokrat di vê serdanê de, ji aliyê heyeteke Malbendê bi serperestiya Şaxewan cîgirê malbendê û Luqman Werdî cêgirê malbendê û herwiha bi serperestiya berpirsên komîteya bajarê Çomanê pêşwazî ji wan hat kirin.

Di destpêkê de, Mihemednezîf Qadirî hevxemiya PDKÎ digel jiyan ji destdana 2 têkoşerên Yekîtiya Nîştîmanî a Kurdistanê eşkere kir, ku di vê bûyera nexwastî a Gunde Jorê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Qadirî herwiha tekez li ser dostîniya navbera hêzên siyasî yên Rojhilat û Başûr kir, bi taybet pêwendiyên demdirêj yên Partiya Demokrat digel xelkê devera Balekayetî û rênedan bi neyarên kurdên her 2 beşan û rênedan bi rejîma Îrsamî a Îranê, ku agirê duberekî û nakokiyê di navbera wan de dirust bike, daku ji ava şêlû masiyan bigre.

Piştre hevalên Malbenda 6 a bajarê Soranê tekez li ser pêwendiyên digel Partiya Demokrat kirin û herwiha hevahengî û alîkarîkirina di navbera hêzên siyasî û zalbûn bi ser pirsgirêk û arîşeyan weke erkek li ser milên hêzên siyasî da zanî.

Her di vê rojê de, heyeta PDKÎ tevlî berpirsên komîteya bajarê Çomanê, di gundê “Aşî Biregiwêz” de, di merasîma sersaxî a wan 2 qurbaniyan de beşdarî kirin, û hevxemiya PDKÎ ji malbata qurbaniyên vê bûyerê re ragehandin, û herwiha tekez li ser pitirkirina pêwendiyên dostayetî di navbera her du aliyên kurdên Rojhilat û Başûr de kirin.