Kurdistanmedia: Pêşmergeyekî mêjîn yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, çû ser dilovaniya xwe.
Li gora nûçeya gihîştî malpera Kurdistanmedia; roja 5`ê Îlona 2017`an kadrekî mêjîn yê PDKÎ, bi navê Xalid Şazde bi sebeba nexwşiyê li bajarê Mehabadê, çû ser dilovaniya xwe, û di nav girseya xelkê deverê de, bi axê hate spartin.
Navbirî kesayetiyekî naskirî û hezkirî di devera Çomî Mecîdxan de bû, ku heyameke dûr û dirêj bû, ximeta gel û nîştiman a xwe dikir.
Malbata Xalid xwediyê çendîn şehîdên serbilind e, ku canê xwe li pêxema armancên hizb û gel de pêkêşî baregeha pirr ji serwerî kirine, û taca serbilindiyê li ser serê xwe danîne.
Xalid Şazde heya sala 1985`an weke kadrê komîteya devera Çomî Mecîdxan erkên xwe ên hizbî bi rê ve birin, û piştre li ser îzna hizbê vegeriya nav malbata xwe, û heta demên dawî yên jiyana xwe vefadar bi rê û rêbaza pirr ji serbilindî a şehîdên hizbê ma.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê li malbat û xzim û kes û karên navbirî dike, û xwe şirîkê xema wan dizane.