Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li ser pirsa Kurdistanê rayedarên rejîmê hertim yekdeng in

15:45 - 8 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Etaullah Muhaciranî pirsa Kurd di Kurdistanê de, wekî pirsa Elqaîde û DAÎŞ`ê bi nav kiriye.

Etaullah Muhaciranî Wezîrê Çandê di dewleta Xatemî de, di twittekê de bas ji vê kiriye, ku deh salan em digel kêşeya Elqaîdê berbirû bûn, dehka piştre jî DAÎŞ çê bû, û niha jî pirsa Kurdistanê hatiye gorê. Piştre hemûyan jî vedigerîne ser Amerîka û Îsraîlê.

Ew twitta Muhaciranî cardin nîşan dide, ku piraniya karbidestên rejîmê, ji her baskekê û aliyekî, dîtingeha her hemiyan jî li ser pirsa Kurd yek dîtingeh e, ku ew jî ew e ku pirsa Kurd destçêkiriyê Amerîka û Îsraîlê dizanin, û niha jî bi şibhandina wê, bi Elqaîde û DAÎŞ`ê, dixwazin derbê li tevgera Kurd bidin.

Muhaciranî di demekê de tevgera Kurd dişibhîne Elqaîde û DAÎŞ`ê ku hemû cîhan şahidê vê yekê ye ku çawa di derbazbûyî de rejîma Îranê bi taybetî di Efxanistanê û navçeyên din de piştgiriya Elqaîdê kiriye, û niha jî pêwendiya wê bi DAÎŞ`ê re heye, û rêkevtina wan jî digel DAÎŞ`ê bo veguhastina DAÎŞ`ê ji Sînorê Lubnan ve bo Îraqê, baştir ji caran rastiya pêwendiya DAÎŞ û rejîma Îranê selimand, ew rejîma ku hemû cinahên wê, serbarê nakokiyên li ser deshilatê li ser serkutkirina Kurd û daxwazên wê yekdeng û hevhelwest in.

Hêjayî basê ye ku Muhaciranî Wezîrê Çandê yê dewleta Xatemî tenê bi şibihandina pirsa Kurd bi Elqaîde û DAÎŞ`ê razî nebûye, û kerb û kîna xwe bi ser Herêma Kurdistanê de jî vala kiriye, û ragehandiye tenê Îsraîl e ku piştgiriya Herêma Kurdistanê dike, jiber ku Herêma Kurdistana Başûr sîbera Îsraîlê ye.

Di meha Hezîrana sala 2015`an de, wîkîlîksê hinek belge belav kirin, ku li gor van belgeyan Muhaciranî nameyek bo balyozxaneya Erebistanê nivîsanidye û daxwaza alîkariya malî bo dersxwandina kurê xwe li Erebistanê kiriye, û Erebistanê jî ew daxwaz qebûl kiriye, kê vê yekê gellek kêşe jê re çêkir.

Piştre karsazeke jin di navenda naskirî bi “Navenda Gotûbêjên Temedunan” şikayet lê kir, ku pêwendiya Muhaciranî pê re hebûye, û vê yekê Muhaciranî naçar kir ku here derveyî welat, û gellek çavdêranê ew çûna wî bo derve wekî bidawîhatina jiyana wî ya siyasî bi nav kirin. Helbet kurekî wî jî bi navê Mihemed Hesen Muhaciranî, derheq bêserûşûnbûna dekeleke neftî demekê hate girtin.