Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha Federal a Amerîkayê birêveberê kompaniya “Mital Orcîka Internasional”bi 57 mehan girtinê mehkûm kir

16:08 - 9 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Birêveberê kompaniya “Mital Orcîka Internasional” di 14`ê Hezîrana 2016`an bi tawana danîna pîlanan bo hinartina asinên taybet ji Amerîkayê ve hate girtin, û tawana xwe jî qebûl kir.

Dana Bont serdozgerê Amerîkayê di karûbarê ewlehiya neteweyî de, ku gotinên wî di roja 16`ê Xermananê di malpera Wezareta Dadê a Amerîkayê de hatiye danîn, got: Tohmetbar seba darêtina pîlanan bo şandina teknolojiya taybet ji riya Tirkiyê ve bo Îranê pêkhatî ji hezar Pûndî ji pûdra hesin (poxka hrsin) ku dikare bo teknolojiya etomî û mûşekî bi kar bihêt hate dadgehîkirin.

Wî ragehand ku Îdareya Ewlehiya Neteweyî bi awayekî micid, ew kesên ku daxwazkarê dabînkirina neyasayî ya hesinên xeternak û teknolojiyê bo rejîma Îranê ne, wê dadgehî bike.

Canatan Karson birêveberê taybet ê îdareya pîşesazî û ewlehiya Wezareta Bazerganî a Amerîkayê got: Mehkûmkirina vî kesî encama alîkariya di navbera Wezareta Dadê, Wezareta Bazerganî û FBI bona ji hev belavkirina torekê ye ku dixwaze bi awayekî ne yasayî teknolojiya pêşkevtî ya Amerîkayê bo Îranê bişîne.