Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê renge alîkariya Kureya Bakûr kiribe

15:51 - 11 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Berpirsyarên Birîtanyayê nîgeranê vê ne ku rejîma Îranê di biyavê pêşkevtina teknolojiya navikî de alîkariya Kureya Bakûr kiribe.

Rojnameya Dîlî Telegraf di raporekê de, ji zimanê çavkaniyekê di Wezareta Karê Derve ya Birîtanyayê de nivîsand: Rejîma Îranê di rîza yekem ya wan welatan de ye ku gumana vê yekê li ser wan heye ku alîkariya navikî digel Kureya Bakûr kiribin.

Li gora vê çavkaniyê, zanayên Kureya Bakûr ew şiyan hene ku di teknolojiya navikî de pêş bikevin, lê nikarin bi bêy alîkariya aliyekî din bigihîjin vê nuqteyê.

Di van hefteyên dawiyê de, kêşeya di şibhê girava Kure de zêde bûye, û Kureya Bakûr şeşemîn testa etomiya xwe bi awayekî serkevtî encam da.

Wan kiryarên Kureya Bakûr, mezinhêzên cîhanê nîgeran kirine, û hemû hewla civaka cîhanî ew e ku Kureya Bakûr neçar bikin ku dev ji bernameya xwe ya navikî berde.

Çavdêrên siyasî li ser vê baweriyê ne ku ew siyasetên rayedarên Kureya Bakûr û guhnedana bi civaka cîhanî, serbarê vê ku herêmê nearam dike, dikare hêcetê bide dest rejîmên din ên dîktator ên wekî Îranê jî, ku hewlê bo bidestveanîna çekên navikî bidin.

Herwisa hekî ew yek bê selimandin ku rejîma Îranê alîkarê Kureya Bakûr bûye di pêşkevtina teknolojiya navikî de, ew yek dikare zexta cuvaka cîhanî û bi taybetî Amerîkayê li dijî rejîma Îranê çend qat zêdetir bike.