Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yad û bîra şehîdên Mîkonosê bilind hate ragirtin

21:28 - 11 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Têkoşerên Demokrat li bereberê salvegera şehîdên Mîkonosê çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Pawe bi boneya 26`ê Xermananê salvegera şehîdên Mîkonosê çalakiyeke berfireh bi rê ve birin.

Ew cihên ku çalakî tê de bi rê ve çûn, pêk tên ji “nav bajarê Pawe”, “Bilwara Pawe” û “parka Komekall”.

Herwisa qehremanên Demokrat bi boneya 25.mîn salvegera şehîdên Mîkonosê li navçeya “Jawero”ya Sinê li cihên wekî “Hencîre”, “Mileser”, “Riyên Texte”, “Hener”, “Helwan”, “Tikye” û “Heşemêz”, tirakt û posterên taybet bi vê rojê belav kirin.

Têkoşerên Demokrat di vê çalakiya teblîxî de, peymana wefadariya bi rêbaza şehîdan nû kirin.

Roja 26`ê Xermanana 1371 (17.09.2017)`an di pîlaneke terorîstî a rejîma Îranê de li restorana Mîkonosê li bajarê Birlînê Dr. Şerefkendî û hevalên wî hatin şehîdkirin.