Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zeyd Re`id Husên: Rewşa Mafê Mirovan di Îranê de cihê nîgeraniyê ye

22:31 - 12 Îlon 2017

Kurdistanmedia: “Zeyd Re`id Husên” komîsêrê payebilind ê Mafê Mirovan di saziya NY de, welatê Îranê weke yek ji wan welatên pirsgirêksaz di warê mafê mirovan de destnîşankir.

Roja Sêşemî 11`ê Îlona 2017`an komîsêrê mafê mirovan di NY, li axavtinekê di Şêvra mefê mirovan a Jinêv de, bas ji berbestên tund yên ser rêya azadiya ramanê û binçavkirina berevankarên mafê mirovan, nûçegihan û çalakvanên torên civakî di Îranê de kir.

Navbirî di beşeke din a axavtinên xwe de got ku, di girtîgehên rejîma Îranê de, sivakatî bi binçavkiriyan tê kirin, û heta dezgehên qezaî yên vê rejîmê jî bi awayekî nemrovane digel girtiyan reftarê dikin.

Herwiha Zeyd Re`id Husên got ku zêdetirîn asta îdamkiriyên cîhanê di Îranê de tê encamdan, û piraniya wan li jêr navê madeyên sirker têne îdamkirin, lê eva di halekî de ye ku ev sûça di cîhanê de, sizaya wê, îdamkirin nine.

Rewşa nebaş a mafê mirovan di Îranê de, weke rêjeya berçav a îdamkirin, serkutkirina kêmaniyên mesebî û neteweyî, pêşîgiritn ji azadiya ramanê, û binçavkirina cudabîran û çalakvanên sivîl, ji wan mînakên binpêkirina mefên mirovan in, ku di salên derbazbûyî de deng û rexneyên pirraniya saziyên navneteweyî bi dû xwe re hebûye.

Hêjayî basê ye ku, beşek ji dorpêçên Amerîka li ser rejîma Îranê, bi sebeba binpêkirina mafên mirovan di wî welatî de ye.

Saziya mafê mirovan, bi belavkirina raporeke dûr û dirêj bas ji binpêkirina mafê mirovan ji aliyê rejîma Îranê ve kiriye, û ragehandiye ku, dezgehên qezayî û ewlekariyê yên rejîma Îranê, digel berevankarên mafên mirovan weke tawanbar û dijberên xwe reftarê dike.