Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

CIA: Rejîma Îranê piştgiriya Elqaîdê û Kureya Bakûr dike

14:42 - 13 Îlon 2017

Kurdistanmedia: “Mayk Pampiyo” serokê CIA, rejîma Îranê bi piştgirîkirina ji Elqaîdê û Kureya Bakûr tawanbar kir.

Serokê CIA di hevpeyvîna bi tora Amerîkayî ya Fox news re, derbarê pêbendiya Îranê bi lihevkirina nevikî ragehand: “Trump” hertim bi awayekî zelal ragehandiye ku tu baweriya wî bi “Bercam”ê nine, û piraniya endamên kabîneya wî jî li ser vê baweriyê ne.

Navbirî derheq “Bercam”ê herwisa got: Ji wê demê şûnda ku “Bercam” hate îmzakirin, çalakiya milîşên Şî`e di Îraqê de, û alîkariya digel Hizbullaha Lubnanê di Sûriye û Lubnanê de, û ceribandinên mûşekî ji aliyê rejîma Îranê ve zêde bûne.

Serokê CIA derheq pêweniya rejîma Îranê û Elqaîdê de got: Serbarê vê ku carna nakokî di navbera rejîma Îranê û Elqaîdê de hebûne, lê di hemberî êrîşnekirina Elqaîdê li ser Îranê, rejîma Îranê piştgiriya Elqaîdê kiriye.

Ji aliyekî din ve hebûna pêwendiyê di navbera rejîma Îranê û Kureya Bakûr de, li ser bingeha alîkariya di teknolojiya navikî de jî, mijareke din ya gotûbêja serokê CIA digel Fox news bû.

Hêjayî basê ye ku derheq alîkariyên di navbera rejîma Îranê û Kureya Bakûr de, rojnameya Daily telegraph di raporekê de, ji zimanê çavkaniyekê di Wezareta Karê Derve ya Birîtanyayê de nivîsandibû: Rejîma Îranê di rîza yekem ya wan welatan de ye, ku gumana vê yekê li ser wan heye, ku alîkariya navikî digel Kureya Bakûr kiribin.