Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ û PDK li hev civiyan

15:24 - 19 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Şandeke PDK`ê serdana Binkeya Deftera Siyasî ya PDKÎ kir.

Pêşnîvroya roja Şemiyê 25.06.1396`an şandeke PDK`ê bi serperestiya Hîwa Ehmed Mistefa endamê serkirdayetiyê û berpirsê liqa 24 a Sefînê serdana PDKÎ kir, û ji aliyê şandeke PDKÎ bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî ve hate pêşwazîkirin.

Di vê hevdîtinê de, dawî guhertinên navçeyê û pirsa Kurd di her yek ji beşên Kurdistanê û bi taybetî piroseya referandoma serxwebûna Kurdistana Başûr bas li ser hate kirin.

Di dawiya vê serdanê de herdu aliyan pêdagirî li ser pêwendiyên di navbera xwe de kirin.