Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma bîranîna xebat û tekoşîna Dr. Şerefkendî di navenda 3 de bi rê ve çû

21:10 - 19 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Bi beşdariya kadr û pêşmerge û endamên PDKÎ û nûnerên çend aliyên siyasî û çend kesayetiyên Kurdistanî, rêûresma rêzgirtina ji xebat û tekoşîna bêravestiyan a şehîd Dr. Şerefkendî û hevalên wî, bi xwendina sirûda Ey Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtin ji riha pak ya şehîdan, di navenda 3 a Kurdistanê de bi rê ve çû.

Piştre peyama Deftera Siyasî ya PDKÎ bi vê boneyê ve ji aliyê Teymûr Mistefayî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ pêşkêşî beşdarbûyiyan hate kirin, ku tê de tevî awrîdanek li cinayeta Mîkonosê, baseke têr û tejî li ser kesayetiya bilind ya Dr. Şerefkendî kir.
Naveroka vê merasimê jî pêk hatibû ji xwendina peyama hevpar ya yekîtiyên jinan, ciwanan, û xwendekaran, ji aliyê Şaho Ehmedî berpirsê komîteya Lawan li navenda 3 a Kurdistanê, û xwendina sirûdeke şoreşgerî ji aliyê keç û kurên Navenda 3 a kurdistanê, û pexşanek ji aliyê Mamosta Bêbeş ve.

Hêjayî basê ye ku ew kesayteî û aliyane jî, di merasimê de beşdar bûn:

Birêz Mêhdî Zana kesayetiyê naskirî ê Bakûra Kurdistanê û hevjînê xebatkara navdar Leyla Zana
Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê
Partiya Sosyalîst a Kurdistana Sûriyê
Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûr