Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karnevala piştevaniya ji serxwebûna Kurdistanê bi dawî hat

14:59 - 22 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Bi beşdariya xelkekî berçav û hejmarek ji mêhvanan karnevala piştevaniya ji serxwebûna Kuirdistanê di Navenda 3 ya Kurdistanê de bi peymannûkirina digel rêbaza şehîdan bi dawî hat.

Ew karneval bi beşdariya endamên rêberî ya PDKÎ, kadr û pêşmerge û malbatên wan, û hunermendên navdar ên Kurdistanê û hizb û aliyên siyasî ên Kurdistanê bi dawî hat.

Ew karneval ji aliyê PDKÎ ve hatibû rêkxistin.

Destpêka vê karnevalê bi sirûda neteweyî ya Ey Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Piştre Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ çend gotinek pêşkêş kirin, û piştevaniya PDKÎ ji serxwebûna Kurdistanê ragehand.

Piştre hunermendê navdar ê Kurd Şivanperwer çend gotinek li ser serxwebûnê kirin.

Piştre mamosta Bêbeş parçe helbestek li ser serxwebûna Kurdistanê pêşkêşî beşdarbûyiyên kernevalê kir.

Piştre Koma serxwebûn girûpa muzîka Rojavaya Kurdistanê bi serperestiya hunermend Ehmed Ekaş çend perçe muzîk li ser referandomê pêşkêş kirin.

Birêz Gulbax Behramî jî di vê karnevalê de perçe helbestek pêşkêş kir.

Hunermend Birader jî bi çend sirûdên şoreşgerî merasim xemiland.
Herwisa zarokên Navenda Nêrgiz jî di vê karnevalê de stranek li jêr navê Berî beyan e pêşkêşî beşdarbûyiyan kirin.

Karneval bi govend û dîlana girûpa TISHK a ser bi Komîsyona perwerdehiya PDKÎ bi dawî hat.

Herwisa çendîn hizb û aliyên siyasî jî peyamên xwe bo vê karnevalê şandin, ku ew aliyên siyasî bûn:

-Liqa 16 ya PDK`ê
-Birêveberiya Asayişa Behrekê
-Birêveberiya Nahiyeya Behrekê
-HDP
-PDK-T
-HAK-PAR
-PYD
-PDKS
-PSK
-Malbatên şehîdên Qereseqel û Kosalan
-Peyama Hêza Taybet ya PDKÎ