Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiya teblîxî ya endam û alîgirên PDKÎ bi boneya 26`ê Xermananê berdewam dikin

21:18 - 23 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Seqizê û gundê Nezazî ya Jaweroya Sineyê çalakiya berfireh ya teblîxî bi rê ve birin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, têkoşerên Demokrat şeva 28`ê Xermananê bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên Mîkonosê li bajarê Seqizê bi awayekî berfireh tirakt û posterên taybet bi vê rojê belav kirin.

Ew cihên ku karê teblîxî tê de bi rê ve çûn, pêk tên ji: Taxên girê Gorre Cûleke, şîwî Cotyaran, Qewx, Parka Kewser, Şehreka Danişga, derdora mizgewta Hacî Şêx Simayîl,Serçem û Garaca Mîredê.

Herwisa têkoşerên Demokrat di gundê Nezaz di navçeya Jawero çendîn pûsterên taybet bi 26`ê Xermananê di nava malên vî gundî de belav kirine, û bi nivîsandina diruşman li cihên giştî ên vî gundî yad û bîra şehîdên Mîkonosê bilind ragirtin.

Ji aliyekî din ve jî, beşek ji wan xortên têkoşer ragehandine ku em wekî lawên Nezaz ser bi PDKÎ piştgiriya xwe ji serxwebûna Kurdistanê radigehînin.