Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkên Seqiz û Sine bi coşeke mezin ve pêşwazî ji referandomê kirin

15:07 - 26 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Xelkê Kurdistanê bi awayekî berçav li şeqamên Kurdistanê de bi kincên Kurdî digeriyan, û pîrozbahiya cejna serkevtinê li hev dikirin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmdia, xortên xwdîhest û welatparêz ên Kurdistanê li bajarên Seqiz û Sinê de, mijûlî belavkirina şirîniyan di nava xelkê de bûn, û pîrozbahiya cejna serxwebûna Kurdistanê li hevdu dikirin.

Nûçegihanê Kurdistanmedia di vê derheqê li bajarê Seqizê ragehandiye, hêzên çekdar ên rejîmê ku heyama 2-3 roj bûn, li mozelanên xwe de, xwe veşartibûn, rijiyane ser şeqaman, û hewl dan ku pêşiya xelkê bigrin.

Li gora vê nûçeyê, hêzên rejîmê çend kes heya niha destbiser kirine, ku kincên Kurdî li xwe kiribûn.

Li bajarê Sinê jî, rejîmê hêzeke zaf xiste nava bajar de, da ku pêşiya rabûna xelkê bigre, lê xelkê qehreman ê bajarê Sinê berxwedaniyeke bêhempa kirin, û bajar kirin qada kêfxweşiyeke mezin ya pirseke neteweyî.