Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyekî Hûsiyan ku Îranî bû, hate kuştin

15:57 - 27 Îlon 2017

Kurdistanmedia: fermandeyekî Husiyan ku Îranî bû, û di civînekê de pilana êrîşan dadirêt, di encama bombebarana ji aliyê hevalbendiya Erebî ve hate kuştin.

Li gora nûçegihaniyan, ew cihê ku hate bombebarankirin, bakûra Se`ide li ser sînorê Erebistanê bû.

Berdevkê arteşa Yemenê jî ragehand ku hejmarek ji dijberan di encama bombebaranekê de canê xwe ji dest dan.

Dewleta yasayî ya Yemenê û hevalbendiya Erebî, rejîma Îranê bi piştevaniya leşkerî û malî ji Husiyan û şandina karnasên leşkerî bo wan, tawanbar dikin. Li gora gotina dewleta Yemenê, ew karnasên Îranî Hûsiyan fêrî çêkirina madeyên teqînê û herwisa darêtina pilanên leşkerî dikin.

Welatên wekî Erebistan, Îmaratên Hevgirtî ên Erebî, Behrêyn, Qeter, Mîsr, Urdon, Merakêş, Sinigal û Sûdan, endamên hevalbendiya Erebî ne, û ji aliyê Amerîka, Birîtanya, Kanada, Tirkiye, Çîn û Alman ve têne piştevanîkirin, û di heman demê jî, piştgiriya locistîkî ji aliyê Cîbotî, Êrîtire, Somalî û Fransayê ve ji wan tê kirin.

Malpera War on the Rocks di Amerîkayê de, derheq kuştina endamên Spaha Pasdaran û endamên Hizbullaha Lubnanê raporek belav kiriye, ku li gora wê raporê, di du salên borî de heya meha Nîsana îsal, 44 endamên Spaha Pasdaran û Hizbullahê di Yemenê de hatine kuştin, yan jî bi dîl hatine girtin. Lê rejîma Îranê û Hizbullah bas ji xisarên xwe yên canî di şerê li dijî dewleta yasayî ya Yemenê de nakin.