Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tawanbarekî gendel bû birêveberê Navenda \"Iqtisadê Muqawimetî\"

20:23 - 28 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Serokê Navenda Fermandehiya Iqtisadê Muqawimetî (aboriya xweragirane), di biryarekê de Hemîd Pûrmihemedî kire birêveberê vê navendê.

Li gora zanyariyan, Hemîd Pûrmihemedî ku hevdem cihgirê Mihemed Baqir Nûbext di Saziya Bername û Bûdceyê de ye, yek ji tawanbarên dosiyeya destpîsiya bankî ya sê hezar milyard Tûmenî bûye, heyamekê di girtîgehê de bû, lê bi danîna wesîqeya 500 milyûn Tûmenî hate berdan.

Navbirî ku çendîn berpirsayteiyên girîng di beşên malî de hebûne, di serdema serkomariya Ehmedînijad de jî, karîbû biraziyê xwe bi navê Ferhad Himetî bi bawernameya tezwîr (saxte) bike birêveberê Sindûqa Hevbeş ya Îran û Vênzoêlayê, û bike endamê heyeta birêveberiya banka navnetewyeî ya vegeşandinê, ku ser bi banka vegeşandina şandina kalayan (sadirat) di Vênzoêlayê de ye.

Karbidestên herî payebilind ên rejîmê ku berdewam bas ji dadperweriyê û xebata li dijî destpîsiya malî û diziyê dikin, bixwe kesên herî gendel in, û piraniya wan bi diziya serwet û samana welat bûne milyarder. Ew yek di demekê de ye, ku her li gora amarên rejîmê bixwe, %11 ji xelkê Îranê di bin xeta hejariya tewaw de ne. Xeta hejariya tewaw, wate wan kesan heya hêz û şiyana kirîna hewcehiyên herî destpêkî û bingehîn ên jiynê jî nînin, û tewaw desteng in.