Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikûmeta Herêma Katalonyayê: %90 ji xelkê Katalonyayê deng dane serxwebûnê

14:53 - 2 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Hikûmeta Herêma Katalonyayê ragehand ku zêdetirî %40 ji kesên ku mafê dengdanê hebûne, beşdarî referandoma serxwebûnê kirin, û %90 a wan, deng dane serxwebûnê.

Roja borî hêzên ewlekariya Îspanyayê, hemû hewla xwe dan ku pêşiya birêveçûna referandomê li herêma Katalonyayê de bigrin, û di encama wan hewlên hêzên ewlehiya Îspanyayê de, bi sedan kesî hatin birîndarkirin, lê dîsan jî xelkê Katalonyayê ber xwe dan, û çûne ser sindûqan.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Katalonyayê roja borî danê sibê ragehand ku 2.26 hezar kesî di referandomê de beşdarî kirine, û li gora vê ku zêdetir ji 5 milyon kesî mafê dengdanê hebûne, ew hejmar dike %42, ku beşdarî referandomê bûne.

Serokê Herêma Katalonyayê Carles Puigdemont doh di axavtinekê de ragehand ku: “Hevwelatiyên Katalonyayê mafê serxwebûnê bo avakirina dewletekê bi dest xistin, û di rojên bê de, dewleta min, yê encama referandomê bişîna paremantoyê, da ku li ser bingeha yasaya referandomê, kar bihê kirin”.

Dewleta navendî ya Îspanyayê ragehandiye ku ew referandom li dijî yasaya bingehîn ya Îspanyayê ye, ku piştî mirina Firanko, dawî dîktatorê wî welatî di sala 1987`ana de, hatiye pejirandin.

Yekem car di sala 1932`an de, rêberên vê herêmê, avakirina Komara Katalonyayê ragehandibûn, û Îspanya jî razî bi dana mafê otonomiyê bi vê herêmê bibû. Lê dema ku Fransîs Firanko di sala 1939`an de deshilat bi dest ve girt, bi hezaran kesî îdam kir, û rêberên vê herêmê jî serkut kirin. Lê piştî mirina Firanko cardin xebata ji bo serbixweyiyê dest pê kir.

Îspanyayê di sala 2006`an de, hinek deshilat dane herêma Katalonyayê, û xelkê wir jî wekî “netewe” bi nav kir, lê xelkê wir, ser vê baweriyê ne ku serbarê vê ku herêma wan, xwediyê %20 a berhemanîna nexalis a navxweyî ye, û beşa herî dewlemend ya Îspanyayê di warê pîşesaziyên wekî pîşesaziya hesin, xûrak, dermanan û pîşesaziya kîmyayî ye,û di biyavê torîsmê de jî dahateke baş heye, lê hikûmeta Îpanyayê heqê wan nadê,û wan diçewsîne.

Di sala 2014`an de referandomek ji bo serxwebûnê di herêma Katalonyayê de bi rê ve çû, ku rêberên vê herêmê, ew referandom wekî rapirsiyeke nefermî bi nav kirin, wê demê tenê 1 li ser 3 ji wan kesên ku mafê dengdanê hebûn, tê de beşdarî kirin, û %80 ji beşdaran dengê “Erê” dane serxwebûna Katalonyayê. Di hilbijartina parlemanî ya sala 2015`an de jî,partiyên cudahîxwaz %48 a dengan di hemberî partiyên alîgirê Hikûmetê de bi dest xistin.

YE ragehandiye ku hekî Katalonya serxwebûna xwe ragehîne, nikare her di cih de bibe endam di YE de, belkû dibe hemû qonaxên endametiyê bibire.

Carles Puigdemont serokê Herêma Katalonyayê roja berî referandomê ragehandibû ku encama fermî ya referandoma serxwebûnê, hewcehî bi 5-10 rojan heye, lê piştre hekî dengê Belê serkevt, piştî 48 demjimêran ewê serxwebûna xwe ragehînin, û wê dest bi qonaxa guherînkariyan bikin.

Hêjayî basê ye ku her piştî ragehandina encama referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê, serokê Herêma Katalonyayê pîrozbahî li Mes`ûd Barzanî kiribû.

Serbarê vê ku di Herêma Kurdistanê de jî, zêdetir ji %92 ji xelkê Kurdistanê deng dan eserxwebûnê, lê hikûmeta Navendî ya Îraqê jî wekî Îspanyayê, referandomê û encama wê qebûl nake.