Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bezandina sînorên Kurdistana Başûr bê bersiv nabe

21:14 - 2 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Hêmin Hewramî di hevdîtineke televîzyonî de, bi tundî bersiva gefên Îranê bo ser xaka Herêma Kurdistanê da.

Roja Şemiyê 9`ê Rezberê Hêmin Hewramî berpirsê karûbarê siyasî û pêwendiyên giştî ên mekteba Mes`ûd Barzanî di hevdîtineke televîzyonî de, bas ji birêveçûna referandomê kir, ku pêngaveke dîrokî ya gelê Kurd e, û ew yek wekî pêngaveke sedsale ya gelê Kurd e.

Hêmin Hewramî derheq manovrên Îran, Tirkiye, û Îraqê ku biryrar e li ser sînorên destçêkirî ên vî welatî bi rê ve here got: Îran û Îraq û Tirkiye di nava welatên xwe de, manovran bidin, eva keyfa xwe ne, lê hekî tenê bihostekê jî bêne nava xaka Herêma Kurdistanê de, eva bêbersiv namînin, emê canê xwe bidin, lê em nahêlin ku îradeya xelkê me bişkê, jiber ku ya ku tê kirin, bo şikandina îradeya paş referandomê ye.

Herwisa derheq gefên Îran û Tirkiyê, derheq daxistina sînoran û bidawîanîna pêwendiyên bazerganî ên vî welatî digel Herêma Kurdistanê, îşare bi vê kir ku yekem car ew welat bixwe zirarê dibînin, jiber ku beşa herî zêde ya kelûpelên rejîma Îranê û Tirkiyê, li bazarên herêma kurdistanê têne firotin, û got: Me bi dirêjahiya 25 salên borî selimandiye ku Herêma Kurditanê faktera sereke ya seqamgîriya Îran û Tirkiyê ye, emê li ser pêwendiyên xwe berdewam bin, û emê rêz ji cînaran bigrin, em hêvîdar in ku Tirkiye û Îran jî wisa bin.

Herwisa navbirî got: Serdema peymannameyên Bexda, Se`idabad, Lozan, û Elcezayirê derbaz bûye, ku bikarin bi wajoyekê yan lihevkirinekê biryara têdeçûna gelê Kurd bidin.

Di dawiya axavtina xwe de, Hêmin Hewramî bas ji vê kir ku hekî Kurdistana Başûr nesaqamgîr be, seqangîrî û aramiya rejîma Îranê û Tirkiyê jî têk diçe.