Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêzî sed kesî ji alîgirên Kazimîniyê Birûcirdî hatin destbiserkirin

14:14 - 3 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Di rêûresma çileya mirina yek ji hevalên Ayetullah Kazimîniyê Birûcirdî ruhaniyê dijberê rejîmê, hêzên ewlekariyê nêzî sed kesî ji alîgirên wî destbiser kirin.

Li gora nûçeyan, hêzên ewlekariyê di vê êrşê de, wêneyê piraniya tirombêlên beşdar di merasimê de girtine, û bi awayekî gellek hovane berbûne canê alîgirên Ayetullah Kazimîniyê Birûcirdî, û heta dest bi ser mobayl û kampiyoterên wan de jî girtin.

Ayetullah Kazimîniyê Birûcirdî ji sala 1385`an ve di girtîgehê de ye. Ew bi tohmeta Miharibe, û piropagendeya li dijî nizamê, û qedexeya lixwekirina cilûbergê ruhaniyetê, û salek hepsa di Tehranê de, û 10 salan jî dûrxistina bo bajarê Yezdê hatiye mehkûmkirin.

Ayetullah Kazimîniyê Birûcirdî di sala 1337`an de, li Birûcirdê ji dayîk bûye, û ew ji dijberên teoriya Wilayeta Feqîh e. Herwisa ew yek ji wan ruhaniyan e ku li dijî destêwerdana dîn di nav siyasetê de ye.

Tê gotin ku di sala 1381`an de bavê wî jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye kuştin. Lewra dijayetiya wî digel rejîma Îranê ji wê demê ve gihîştiye ew qasê xwe. Di salên 1374, 1379 û 1384`an de jî, Ayetullah Kazimîniyê Birûcirdî hatibû destbiserkirin.