Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Azadî ya Kurdistanê- Bakûr serdana PDKÎ kir

14:38 - 3 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Heyeteke Partiya Azadî ya Kurdistanê- Bakûr serdana Deftera Siyasî a PDKÎ kir, û derheqê rewşa Kurdistan û referandoma serbixweyiya Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di roja Yekşemî 1`ê Çiriya Pêşîn a 2017`an de, şandeke Partiya Azadî ya Kurdistanê- Bakûr, bi serperastiya “Mistefa Ozçlîk” serokê vê Partiyê, serdana Deftera Siyasî a PDKÎ kir û ji aliyê “Mistefa Hicî” sekreterê giştî yê Partiya Demokrat û hejmarek ji endamên Deftera Siyasî û Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat ve pêşwazî ji wan hate kirin.

Di vê civînê de “Mistefa Ozçilîk” bas ji vê yekê kir ku, serdana me bi armanca pirsa referandoma Başûrê Kurdistanê, û herwiha axavtinek derheqê rewşa Başûrê Kurdistanê, pêwendî digel pirsa referandoma serbixweyiya Kurdistanê ye.

Ozçelîk herwiha bas ji vê yekê kir ku, me û Partiya Sosyalîsta Bakûr û Partiya Demokrata Bakûr komek civîn derheqê piştevanîkirin ji referandoma Başûrê Kurdistanê pêk anîne, û herwiha kesayetiyên siyasê yên kurd û hindek Parlimanter û rojnamenivîs û berpirsên hikûmî ji vê piroseyê piştevanî kirine, û digel vê ku şerê xendeqan bandore nerênî li ser beşek ji xelkê hebûye, lê dîsan jî bi giştî raya giştî a Kurd digel referandomê bûye, û herwiha Ozçelîk got ku, rola xelkê Rojhilata Kurdistanê, gellek baş û piştevanekî girîng, û bivêrane bûye.

Di pêwendî digel rewşa Îranê, helwêsta aliyên siyasî yên Rojhilata Kurdistanê û pêşwaziya komên xelkê Kurdistanê, Mistefas Hicrî axavtinek pêşkêş kir, û bas ji vê yekê kir ku tevî neyartiya eşkere a rejîma Îslamî a Îran, digel pirsa referandomê, xelkê Rojhilata Kurdistanê bivêrane hatine bo ser şeqaman û piştewaniya xwe ji piroseya referandoma serbixweiya Kurdistana Başûr nîşan dan, û herwiha bi kiriyar nîşan dan ku givaşên rejîma Îslamî a Îranê û pîlanên neyarên Kurd nikarin pêş ji karwanên xebata gelê me bigirin.

Herwiha Hicrî got ku: Pirsa referandomê di gellek waran de xala erînî hebûye, û yek îradeyî û yek gotarbûna Kurd nîşana civaka cîhanê da.

Di dawiya vê axavtinê de, sekreterê giştî yê PDKÎ, bersiva pirsiyarên ku pêwendî digel vê basê hebûn, û ji aliyê hevalên Partiya Azadî ya Kurdistanê- Bakûr ve hatibûne pirskirin, da.