Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka Spaha Pasdaran dixe nav lîsteya terorê de

19:46 - 10 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmdia: Donald Tramp serkomarê Amerîka di pirojeyeke nû de, hewl dide ku Spaha terorîst a Pasdaran a rejîma Îranê bixe nav lîsteya girûpên terorîstî de.

Rojnameiya “Financial Times” a Birîtaniyayê di raporekê de belav kiriye ku, egereke zêde heye ku Amerîka di pirojeyeke nû a li dijî rejîma Îranê de, Spaha Pasdaran, bixe nav lîsteya girûpên terorîstî de.

Wê rojnameya Birîtaniyaîy di beşeke din a wê raporê de nivîsiye ku: Dewleta Tramp weke beşek ji stratîjiya nû ya xwe li dijî rejîma Îranê, renge Spaha Pasdaran a ser bi rejîma Îslamî a Îranê, weke saziyeke terorîstî bide naskirin, û bixe nav dorpêçên xwe de.

Berpirsekî payebilind yê Dewleta Amerîka ku nexwastiye navî wî eşkere be, di vê derherqê de gotiye ku: Tê çaverêkirin ku hewlên nû li dijî helwêst û kiryarên rejîma Îranê bigrin pêşiya xwe, û ev jî nasandina Spaha Pasdaran weke saziyeke terorîstî ye, û hevdem çend hêzên din weke Hemas, Hizbullah û Heşda Şe`ibî di Îraqê de jî, wê bixin nav dorpêçên Amerîkayê de.

Herwiha “Pul Rayan” nûnerê meclisa Amerîkayê bi awayekî tund rexne ji lihevhatina navikî digel rejîma Îranê giritiye. Her çavan di demên derbazbûyî de jî kongireya Amerîka ji serkomarê wî welatî daxwaz kiribû da ku Spaha Pasdaran, bixin nav lîsteya girûpên terorîstî de, û Rayan nûnerê Parilmana Amerîka û herwiha nûnerê Parlimana Amerîka di “Aypek” (Komîteya pêwendiyên giştî yên Amerîka û Îsraîl) jî, di vê derheqê de gotine ku saziya Spaha Pasdaran a ser bi rejîma Îranê bixin nav lîsteya girûpên terorîstî de.

Amerîkayê di sala 2007`an de, hêza Quds ku taya derve a Spaha Pasdaran e, xistiye nav lîsteya girûpên terorîstî de, herwiha di wan salên derbazbûyî de jî, dehan fermanderên wê Spahê, ji aliyê Amerîk û welatên din yên Rojavayî ve ketine nav lîsteya reş a terorê de, û hatine dorpêçkirine.